Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, herêmên Barzan û Sîdekan ên Başûrê Kurdistanê di navbera gerîlayên HPG’ê-YJA Starê û artêşa Tirk a dagirker de şerl dijwar rûda. Di şer de 15 eskerên Tirk hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn. Li Zapê jî droneyeke artêşa Tirk hate xistin.
15 eskerên Tirk hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û operasyonên artêşa Tirk de ev agahî dan,”Hêzên me 7’ê Mijdarê li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a li ser Tepê Xwedê çalakiyek pêk anîn. Ji sê baskan ve li çeper û stargehên dijmin hate xistin û di encama çalakiyê de 5 çeperên dijmin hatin rûxandin. 10 esker hatin kuştin.Heman rojê gerîlayan li dijî eskerên dijmin ên li ser Girê Lêlîkanê yê li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê jî çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, di encamê de çeper hatin rûxandin û 2 esker hatin kuştin, 5 esker jî birîndar bûn.Piştî çalakiyê balafirên şer ên artêşa dagirker derdora Girê Lêlîkanê bombe kir.Gerîlayên YJA Starê roja 7’ê Mijdarê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li eskerên li ser Girê Şehîd Botan xistin. Di encama çalakiyê de ku derbên xurt li eskeran hatin xistin, 3 eskerên dijmin hatin kuştin.
Droneyek hate xistin
7’ê Mijdarê droneyeke ku li ser qada Kela Bêdehê ya herêma Zapê difiriya û keşf dikir, ji aliyê gerîla ve hate xistin. Artêşa Tirk 28’ê Cotmehê li herêmên Geliyê Marînos û Anîtosê yên Colemêrgê dest bi operasyonê kir. Di operasyonê de di navbera eskerên dagirker û hêzên gerîla de şerekî giran qewimî. Gelek eskerên dijmin hatin kuştin û birîndar bûn. Di vî şerî de hevalên me Andok Gewda, Andok Çaldiran û Çiyager Zagros ên bi lehengî li dijî yekîneyên dijmin şer kirî, şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevalên şehîd, piştî ku zelal bûn wê werin eşkerekirin.”
ANF/BEHDÎNAN