Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê, Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK), Tevgera Azadî û Hizbî Şûî li Kerkûkê çalakiyeke hevpar li dar xist û hebûna leşkerên Tirk a li Mûsilê şermezar kir.
Li cihê kombûna çalakgeran, organîzatoran daxuyanî dan û diyar kirin ku ew hebûna artêşa Tirk a li Başûrê Kurdistanê qebûl nakin. Li ser navê Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê hat gotin, "Dixwazin tevî Bakurê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê jî li dijî gelê Kurd şerekî ji nû ve bidin destpêkirin û komkujiyên mîna Helebceyê bînin serê Kurdan. Axa Kurdistanê şeref û namûsa me ye. Kî destê xwe dirêjî şeref û namûsa me bike, em ê bi awayê herî tund bersivê bidin. Em hêzeke dagirker li Kurdistanê naxwazin. Ji xiyanetê re jî dibêjin êdî bes e."
'Tirkiye li Rojava li pişt DAIŞ´ê ye'
RJAK'ê jî da xuyakirin ku şerên li Rojhilata Navîn dewam dikin, bi kaos û krîzên mezin re her roj kûrtir dibin û got, "Dewleta Tirk bi desteka hin hêzên xwecihî dixwaze şerê xwe yê desthilatdariyê bîne Kurdistanê. … Dewleta Tirk li aliyekî li Rojava û Bakurê Kurdistanê li dijî gelê Kurd destekê dide DAIŞ û rêxistinên çete yên mîna wê, li aliyê din jî di bin navê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de dixwaze li Başûrê Kurdistanê bi cih bibe. Weke RJAK'ê em dibêjin ku em dagirkeriya dewleta Tirk a li xaka Başûrê Kurdistanê bi ti awayî qebûl nakin û ji bo wan ji nava xaka xwe biavêjin, em ê têkoşîna xwe mezintir bikin."
Tevgera Azadî jî ragihand ku dewleta Tirk di bin navê têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de dixwaze Mûsilê dagir bike û destnîşan kir ku bicihbûna leşkerên Tirk li Mûsilê bi ti awayî bi kêrî gelê Kurd nayê û weha dewam kir: "Bicihbûna artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê, hewldaneke li dijî hêza gerîla ya li Şengalê. Ji ber ku gerîlayên PKK'ê û şervanên din ên Kurd, li Kerkûk, Daquq, Rojava û Şengalê çeteyên DAIŞ'ê yên tifaqa dewleta Tirk, qels kirin û derbên mezin li wan xistin. Dewleta Tirk ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê sînorê xwe yê bi DAIŞ'ê re nemaye, dixwaze li Mûsilê destekê bide çeteyên DAIŞ'ê."
'Ji bo veparçekirinê hatine herêmê'
Di daxuyaniya Hizbî Şûî de jî hat gotin, "Ji dîrokê em dizanin, ku dewleta Tirk timî xiyanet li Kurdan kiriye. Dîroka Tirk bi lîstikên li dijî Kurdan dagirtî ye." Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku leşkerên Tirk ji bo ji nû ve Kurdistanê parçe bikin hatine herêmê û divê li hemberî wê têkoşîn bê kirin.
Piştî daxuyaniyê girseya gel ji Keleha Kerkûkê bi gotina dirûşmên li dijî dewleta Tirk û hikûmeta Başûrê Kurdistanê, di rêya Silêmaniyeyê de meşiyan û xwest leşkerên Tirk ji Kurdistanê vekişin.
ROJNEWS/KERKÛK