Balefirgeha Minix û derdora wê beriya niha ji aliyê hêzên QSD’ê ve ji çeteyên El-Nusra  û Ehrar El-Şam ve hatibûn rizgarkirin. Pêr jî artêşa Tirk herêmên Tinib, El-Malikiyê, Merhanaz û balafirgeha Minix topbaran kiribû.


Du welatiyan jiyana xwe ji dest da

Di êrîşa hêzên dewleta Tirk a li ser gundê Meryemîn de, du kesan jiyana xwe ji dest da û jin û zarok jî di navê de bi dehan kes birîndar bûn.

Êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li ser herêmên ewle yên gundewarê bakur ê Helebê û gundên Efrînê,  dewam dikin. Hêzên dewleta Tirk îro bi çekên giran ji sînorê xwe ve gundê Meryemîn û Enabnê yên Efrînê  topbaran kirin. Di encama êrîşê de, li gundê Meryemîn jina bi navê Fatme Qasim a ji gund û koçberekî ku li gund bi cih bûbû û nasnameya wî nehat zanîn, jiyana xwe ji dest dan. Her wiha bi dehan kesên din ku jin û zarok jî di nav de birîndar bûn.

Navên birîndarên ku hatin zanîn jî ev: ‘Ebîr Elî (12 ),  Sebhe Ehmed (4), Mihemed Qasim El-Umer (12), Fuad Hisên(30), Gemra Hec Îbrahîm (50), Ebdilhenan Xilêf El-Himêdî (43).’ Hat zanîn ku birînên hin kesan giran in.

Bi êrîşa dewleta Tirk re di heman demê de komkirina hêzên El-Nusra û komên alîgirên wê li dedora herêmê dewam dike. Ji ber êrîşa çeteyan a hem wext de jî gelek ziyanên madî jî gihiştin mal û milkên welatiyan.

Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu pêr bi daxuyaniyeke gotibû, ev êrîş dê li hemberî hêzên YPG’ê bidomin.


DYE ji Tirkiyeyê re: Êrîşên xwe bisekinînin

Li ser topbaranên Tirkiyê Dewletên Yekbûyê yên Emerîkayê (DYE) bersiv da û got: “Avêtina topên xwe bidin sekinandin.”

DYE´yê derbarê êrîşên dewleta Tirkiyê ya bi armanca piştgiridayîna çeteyên DAIŞ’ê û hêzên girêdayî El-Qaide de daxuyanek da. Li gorî ajansa AFP ya Fransayê, Emerîka ji Tirkiyê xwest bi yek carê êrîşên xwe bide sekinandin.

Li gorî nûçeyê Berdevkê Karê Derve yê DYE´yê John Kirby da xuyakirin ji ber bûyerên li Helebê em di nava fikaran de ne. Ji bo ev agir were vemirandin çi ji destê me tê em dikin. Pêwîst e, herdû alî jî li ser dijminên hevpar bifikirin.”






Artêşa Tirk çeteyan kordîne dike



Fermandarê Ceyş el-Siwar (Artêşa Şoreşgeran) Ebû Cûmaa El-Benyawî, der barê erîşên artêşa Tirk ên li hemberî bejahiya Ezazê yê li bakurê Helebê û êrîşên li hemberî Kantona Efrînê de ji ANHA'yê re axivî.

El-Benyawî da zanîn ku artêşa Tirk bi top, moşek û çekên din ên giran êrîşî herêmên di bin serweriya Ceyş El-Siwar de, dike û heta niha encamên ziyanên ku çêbûne nehatine zelalkirin.


Tirkiye li dijî şoreşgeran destekê dide El-Nusra

El-Benyawî diyar kir ku dewleta Tirk ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve heta niha kêlî bi kêlî hêzên şoreşger ên Sûriyeyê hedef digire û li hemberî wan piştgiriya çeteyên El-Nûsra, Ehrar El-Şam û DAIŞ'ê dike.

Ebû Cumaa got: “Tirkiye hişt ku dawî li gelek hêzên şoreşger were. Destê wê di tunekirina hêzên wekî Tevgera Hezim, Tugayên Fecir El-Huriya, Eniya Şoreşgerên Sûriyeyê de heye. Ji ber pêşveçûna hêzên me li bakûrê Helebê ew niha bi awayekî rasterast êrîşî bakûrê Helebê dikin. Dewleta Tirk bi hinceta hebûna hêzên YPG û YPJ’ê van herêman topbaran dike.”

Ebû Cumaa El-Benyawî red kir ku hêzên YPG û YPJ’ê li wê herêmê hebin û got, ew herêm di bin serweriya Ceyş El-Siwar de ye.

Fermandarê Ceyş El-Siwar anî ziman ku bi topbarana artêşa Tirk re çeteyên El-Nûsra û Ehrar El-Şam êrîş anîn ser nuqteyên şervanên wan û destnîşan kir ku bi sedan malbat ji ber topbarana hêzên dewleta Tirk koçber dibin. El-Benyawî diyar kir, eger ev topbaran dewam bike wê xetereke mezin li jiyana şêniyên herêmê û koçberan çêbe.


'Tirkiye derewan dike'

Li aliyê din berdevkê YPG'ê yê Kantona Efrînê Firat Xelîl îdîayên dewleta Tirk ku dibêje, "YPG û Ceyş El-Siwar êrîşî Tirkiyeyê kirine" derew derxistin û got, dewleta Tirk ji pêşveçûna Ceyş El-Siwar a li bakûrê Helebê ne razî ye û dixwaze vê pêşveçûnê bi sînor bike. 

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ê Kantona Efrînê Firat Xelîl derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Balafirgeha Minix û gundê wê, her wiha hin noqteyên di bin serweriya Ceyş El-Siwar de ji ANHA’yê re axivî. Xêlîl, îdiayên dewleta Tirk derewandin û diyar kir ku Tirkiye ji pêşveçûna hêzên Ceyş El-Siwarê ne razî ye. 

Xelîl bibîrxist ku şervanên Ceyş El-Siwar li hemberî çeteyan li herêma di navbera Ezaz û Efrînê de bi pêş ve çûne û di encamê de Balafirgeha Leşkerî ya Minix û gundê wê xistin bin kontrola xwe. Xelîl got: “Dewleta Tirk ji vê yekê ne razî ye. Ji ber vê yekê barageh û noqteyên Ceyş El-Siwar ên li gundê Minix û li balafirgehê, her wiha gundê El-Malikiyê topbaran dike.”


‘Me guleyek jî neavêtiye wan’

Xelîl îdîaya dewleta Tirk a ku dibêje "YPG û Ceyş El-Siwar êrîşî nuqteyên Tirkiyeyê yên li ser sînor kirine" jî derewand û got: “Tiştekî wiha tune ye. Ev 4 sal in hêzên me guleyek jî bi aliyê dewleta Tirk ve navêtine. Ne Efrîn û ne jî li herêmên din ên Rojava tiştekî wiha pêk nehatiye.”


‘Dixwaze pêşveçûna li dijî çeteyan sînordar bike’

Xelîl, derbarê armancên dewleta Tirk ji van êrîşên li dijî herêmê de jî ev nirxandin kir: “Dewleta Tirk ji pêşveçûna Ceyş El-Siwar a li dijî çeteyan aciz e. Ji bo ku pêşveçûna hêzên El-Siwar bi sînor bike, ew noqteyên şervanan topbaran dike.” 



TÎRAST CÛDÎ/ANHA/EFRÎN