
Artêşa Tirk a dagirker, pêr bi şev li ser sînorê Rojava-Bakurê Kurdistanê gule li sivîlan reşandin. Ji ber vê êrîşê 3 kesan jiyana xwe ji dest da û aqûbeta 14 kesan jî nediyar e.
Li gorî nûçeya ANHA'yê, pêr bi şev komeke ji 17 kesan, li nêzî gundê Ebû Cirada yê ser bi bajarê Dirbêsiyê, xwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe.
Lê belê eskerên Tirk li wan gule reşandin. Piştî demekê, eskerên Tirk cenazeyên 3 welatiyên bi navê Yehya Feysel, Mihemed Elî Nime û Xalid Çekiro avêtin aliyê Rojavayê Kurdistanê. Aqûbesta 14 kesên mayî jî nediyar e.
Hêzên asayîşê û Heyva Sor a Kurd berê xwe dan cihê bûyerê û her 3 cenaze rakirin nexweşxaneya bajarê Dirbêsiyê.
DIRBESIYÊ