Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku hêzên wan di 25’ê Kanûnê de li herêma Heftenînê li dijî leşkerên Tirk çalakî kirne. Di çalakiyan de çeper û stargehên artêşa Tirk derbên xedar xwarine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyan de daxuyaniyek weşand.
Li gorî daxuyaniyê:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me di 25’ê Kanûnê de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin. Di çalakiya li serê Girê Şehîd Axîn de çeper û stargehên dijmin derbên giran xwarin. Lê hejmara leşkerên di vê çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.
Hêzên me saet di 12:30’î de li dijî leşkerên li Girê Şehîd Axîn cara duyemîn çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de jî hejmara leşkerên hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.
Piştî çalakiyê saet di 14:30’î de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li derdorê barandin. Di bombardûmanê de zirar negihişt hêzên me.”
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN