Roja 4’ê Nîsanê li taxa Şehîd Gelhat, yekîneyên YPS’ê tîmekî taybet kuştin. Di heman demê de derb li 2 kepçe û tankekê hatin xistin. Roja 6’ê Gulanê jî, li hemberî 9 çeteyên qesrê yên hewl dan bikevin nava taxa Şehîd Gelhat, yekîneyên YPS Jinê çalakiyek pêk anî. Di encama vê çalakiyê de 2 tîmên taybet hatin kuştin.
Roja 7’ê Gulanê, li hemberî çeteyên li aliyê Kordon a Weysîka xwestin bikevin nava 2 xaniyan, YPS´ê çalakiya sabotajê pêk anî. Di encamê de li xaniyê yekemîn 3 çete hatin kuştin û 2 jî hatin birîndarkirin. Li xaniyê duyemîn jî gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin, lê YPS´ê nekarî hejmarê zelal bike.
8’ê Gulanê li derdora kolana Kordon a taxa Koçera, li hemberî komeke ji 15 tîmên taybet ên jendermeyan ên keşf dikirin, yekîneyên YPS Jinê çalakiyeke sabotajê pêk anî. Di vê çalakiyê de 10 tîmên taybet ên jendermeyan hatin kuştin. Yek ji van jendermeyên tîmên taybet ên hatin kuştin serheng (albay) e. Di heman demê de çeteyên qesrê yên bi hawara vê yekîneyê ve hatin jî bûn hedefa derbên YPS Jinê û ji wan jî 4 çekdarên dewleta Tirk hatin kuştin.
YPS´ê da zanîn ku roja 5’ê Gulanê li taxa Şehîd Gelhat endamê wan Botan Kato / Abdulselam Dûrsûn ê li Elkê ji dayik bûyî, jiyana xwe ji dest daye. n
NAVENDA NÛÇEYAN