Pêr bi şev artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê du êrîş birin ser gundê Sebwêran û Girhoyek ên rojavayê Minbicê. Şervanên Meclîsa Eskerî ya Minbicê bersiva êrîşan da û bi saetan şer li wê herêmê rû da. Şervanên MEM´yê her du êrîş pûç kirin û gelek çete kuştin. Di heman demê de şervanan dest danî ser çek û cebilxaneya ku artêşa dagirker û çeteyên wê piştî ku meydana şer reviyan li pey xwe hiştin.

Navenda Raghandina MEM´yê dîmenên çek û cebilxaneyên pêr desteserkirî weşandin.


MINBIC