Piştî ku artêşa Tirk a dagirker bi çeteyên Nûredîn EL-Zenkî re li hev kir, li gundê Şex Aqîl bi cih bû, bi vê yekê re di navbera dagirkeriya Tirk û bajarê Helebê de, tenê 17 kîlometre mane.

Çavkaniyeke ku niha li Kampa Atmê dimîne ji ANHA´yê re diyar kir ku artêşa Tirk bi çeteyên Nûredîn EL-Zenkî re li hev kir û li gundê Şêx Aqîl yê li bakurrojavayê Helebê bi cih bû.

Li aliyê din jî çavkanî da xuyakirin ku artêşê çek û cebilxaneya ku ji 4 maşîneyên Bîk Ab, 7 maşîneyên zirxî, 3 Tang, 3 maşîneyên pêdiviyên xwarinê û 3 maşîneyên sotemenî bar kirî, birine ser sînor.

Heman çavkanî li ser zimanê welatiyan got, çek û cebilxane ber bi gundê şêx Aqîl ve çûne.


Nêzî Heleb û Efrînê

Gundê Şêx Aqîl ku li ser girekî di nava çiyayê Lêlûn de hatiye avakirin û gund û bajarokên li rojava û bakur-rojavayê Helebê dixe bin serweriya xwe, xwedî cihekî stratejîk e. Di heman deme de, di navbera gundê Şêx Aqîl û Başemrê de 3 kîlometre hene û gind nêzî gundê Mezin e û tenê 2 kîlometreyan dûrî wî gundî ye. Her wiha di navbera gundê Şêx Aqîl û bajarê Helebê 17 kîlometre rê heye.

Her wiha Şêx Aqîl nûqteya herî nêzî herêmên Şehba yên dagirkirî ye, 28 kîlometreyan ji wan herêman dûr e.

Gelek çavdêr teqez dikin ku armanca belavbûna artêşa Tirk li ser tixûbên kantona Efrînê, ew e ku dorê li Efrînê bigire.

Li alîyê din, li gorî biryarên civînên Astana 6´ê, divê şerê Cebhet EL-Nusra û EL-Qaîde bê kirin, lê gelek çavkaniyan dabû diyarkirin ku hin kom ji Cebhet EL-Nusra alîkariya dewleta Tirkiyê dikin û dema ku artêşa Tirk ket Idlibê cilên EL-Nusra li xwe kiribûn. Her wiha gelek lêkolîner dibêjin ku çûna Tirkan ber bi bajarê Helebê ve armanca xwe ew e ku Helebê dagir bikin. 


NAVENDA NÛÇEYAN