Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a sala 2015’an eşkere kir.

HPG’ê bi daxuyaniyeke niviskî eşkere kir ku di  encama şerê 2015’an de 1250 leşker, 132 polîs, 162 tîmên taybet,13 leşkerên payebilind ên Tirk û 2736 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. 261 gerîlayan jiyana xwe ji dest da.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser deklarasyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 21’ê Adara 2013’an ku ji bo demokratîkkirina Tirkiye, çareseriya pirsgirêka Kurd û destpêkirina pêvajoyeke aştîxwaz li Rojhilata Navîn a bi perspektîfa Neteweya Demokratîk û ragihand ku Hikûmeta AKP’ê li hemberî wê deklarasyon gav neavetiye û ketiye nava amadakariyên şerekî berfireh.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Hikûmeta AKP’ê bi amadekariyên şer, heta Hezîrana 2015’an tenê li ser xeta sînor 263 caran êrîşên bi topan pêk aniye û xwe li destpêkirina şer sor kiriye.


‘Konsepta wan a şer deşîfre bû’

HPG’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk ji serê sala 2015’an ve tecrîda girankirî û pêkanînên êşkenceyê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xistiye meriyetê. HPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de got: “Konsepta şer a Erdogan û hikûmeta AKP’ê bi êrîşên 24’ê Tirmehê yên li dijî hêzên me yên gerîla deşîfre bû, derket holê ku wan îradeya demokratîk a gelan tine hesibandiye, di siyaseta înkar û îmhayê de konsepteke nû dest pê kiriye. Wan ev hem weke tinekirina gerîla hem jî bidawîkirina bingeha siyaseta demokratîk hesibandiye.”


‘Berxwedana xweparastinê belav bûye’

Di daxuyaniya HPG’ê de hate diyarkirin ku gelê Kurd li hemberî polîtîkayên AKP’ê îlanên xwerêveberiyê da destpêkirin û wiha hat gotin: “Îlanên xwerêveberiyê îradeya azad a gelê Kurdistanê gîhandiye statu û nûnertiyekê. Li ser vî esasî berxwedanên xweparastinê yên ciwanên Kurdistanê li gelek bajar û navçeyan belav bûne. Ev pir eşkere ye ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê li çiya, deşt û bajaran îro li dijî mêtingeriya Tirk bi berxwedaneke dîrokî ketiye merheleyeke girîng a têkoşîna şoreşê.” 


Bîlançoya şerê 2015'an 

HPG'ê encamên şerê li hemberî artêşa Tirk ê di sala 2015'an de eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê, encama vî şerî bi vî rengî ye: “Êrîş û tevgera leşkerî ya artêşa TC : 321

Bomberkirinên bi balafirên şer: 362

Êrîşên bi helîkopterên Kobra: 103

Bombekirinên bi hawan, obus, tank û topan: 1514    

Tacîzkirina bi balafirên şer: 455

Tevgera balafirên keşfê: 1082

Li dijî êrîş û operasyonan, çalakiyên gerîla: 757

Çalakiyên encamên wan nehatiye diyarkirin: 110

Çalakiyên kontrolê: 135

Hejmara şerên ji ber operasyonên bejahî qewimîn: 75

Encamên şer û çalakiyên gerîla; Leşkerên hatin kuştin: 1250

Polîsên hatin kuştin: 132

Tîmên Taybet ên hatin kuştin: 162

Payebilindên hatin kuştin (Serheng): 13 

Leşkerên birîndar: 398       

Polîsên birîndar: 86

Tîmên taybet ên birîndar: 60 

Maşînên zirxî yên hatin rûxandin û şewitandin: 132

Helîkopterên Kobra yên hatin xistin: 3

Balafirên keşfê yên biçûk ên hatin xistin: 3


‘220 gerîla şehîd ket’

Di encama şer, çalakî û êrîşên hewayî de 220 gerîla şehîd ket”


Bilançoya şerê li dijî DAIŞ’ê

HPG’ê encama bîlançoya şerê ku gerîla li Şengal, Kerkûk û Mexmûrê li dijî DAIŞ’ê kirî jî bi vî rengî eşkere kir: 

“Çeteyên di berxwedana Şengal û Kerkûkê de hatin kuştin: 2736

Çeteyên birîndar: 804

Maşînê hatin rûxandin: 147

Çekên ferdî û giran ên hatin desteserkirin: 492 

Li Şengalê 41 hevalên me şehîd bûn." 


 ANF/BEHDÎNAN