
AVREŞ ARICAK/ANF/BEHDÎNAN
Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê û Fermandarê Herêma Botanê Hakî Mardîn diyar kir ku li herêma Botanê ji 19'ê Nîsanê û vir ve gelek operasyon hatin kirin û di van operasyonan hemûyan de artêşa Tirk têk çûye. Mardîn detayên operasyonan nirxandin û got, "Li Botanê di hemû operaysonan de artêşa Tirk gelek kuştî dan û bi têkçûneke mezin vekişiya."
Operasyonan biharê dest pê kir
Mardîn îşaret bi amadekariyên hêzên xwe yên zivistanî kir û got, "Dijmin ne tenê li herêma Botanê, li hemû herêmên Bakur amadekarî ji derbê re dikir. Dixwest pêşî li destpêkirina pêngava biharê ya gerîla bigire. Ji Dersimê heta Şengalê hewl da pêşî li gerîla bigire. Ji ber vê yekê dest bi operasyonên berfireh kir. Li herêma me ya Botanê, bêyî ku li pirsgirêkeke cuda bialiqe, me dest bi biharê kir. Dijmin di destpêkê de got, ew ê me Adarê biqedîne û em ê nikaribin meha Nîsanê bibînin. Dijmin bi van gotinan şerê taybet dikir. Çalakiyên destpêkê yên gerîla yên biharê, beriya her tiştî ev propaganda dijmin pûç kir.
Bi biharê re operasyon hatin kirin. Di van operasyonan de hin şehîdên me çêbûn. Gerîla li hemberî vê yekê dest bi pêngavan kir. Hemû operasyonên bejahî, şikestin. Operasyona herî berfireh a li Botanê, roja 19'ê Nîsanê li Besta û Katoyê dest pê kir. Di heman demê de li Herekolê jî dest pê kir. Bêguman dijmin ev operasyon mîna ku serketineke gelekî mezin bi dest xistiye, nîşanî raya giştî dida. Hemû wezîrên li Tirkiyeyê digot, di Adarê de ew ê me biqedînin. Lê belê piştî ku dîtin bi ser neketin, rabûn gotinên xwe guherandin. Operasyonên li Botanê hatin weşandin, ji aliyê hevalên me ve yekser û ji nêz ve hatin şopandin. Li gorî agahiyên berfireh ên me ji hevalên xwe wergirtî, li Botanê di operasyonên bejahî artêşa Tirk têk çû."
Dijmin di çiravê de bist bû
Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Hakî Mardîn bi bîr xist ku 19'ê Nîsanê operasyonên Besta û Herekolê dest pê kiriye û got, "Di êrîşa destpêkê ya hewayî de hevalên me şehîd bûn. Di serî de fermandar Salar, hin hevalên me şehîd bûn. Şehadetên me tenê ji ber êrîşa hewayî bûn. Ji bilî vê ti hevalên me şehîd nebûn. Lê belê ji bilî vê yekê dijmin li Bestayê di çiravê de çikiya. Hevalên me bi rojan li ber xwe dan, şer kirin û bi ser ketin."
Eskerê Tirk
li paş xwe nenihêrî û reviya
Mardîn psîkolojiya aliyê Tirk bi gotinên "Dijmin ji bo derkeve van operasyonan di psîkolojiya mirinê de bû" terîf kir û wiha dewam kir: "Li cihê ku hevalan lê dida, dijmin bi saetan nikarîbû xwe bilivanda. Heval bi giştî bi deh çalakiyan bi ser dijminê li operasyonê ve çûn. Di nava şert û mercên giran de hevalan li dijmin da û dijmin li Bestayê bêyî li paş xwe binêre reviya. Daristanên Bestayê jî tirs û xof xistibû dilê dijmin. Welê li leşkeran hatibû ku nikarîbûn gavekê jî bi pêş ve biavêjin. Heta Besta Meryemê, hevalan li dijmin da û heta dawiyê operasyon şikandin."
Operasyona nepixandî
Ji bo operasyona Katoyê fermandar Hakî Mardîn got, operasyonê zivistanê dest pê kir û wiha dewam kir: "Zivistan ji xwe re weke firsend dîtin. Xwestin di vê demê de derbê li gerîla bixin. Ji aliyê dijmin ve ne operasyoneke bi temamî têkçûyî bû. Hinek cebilxaneya me bi dest xistin, lê belê ne mîna ku wan ewqasî nepixand.
Hin kamp hatin tespîtkirin û dijmin avêt ser kampên hevalan. Weke mînak; li kampa şehîd Kahraman pênc hevalên me hebûn. Dijmin çend caran avêt ser kampê, lê belê nikarîbû xwe bigihîne cihê hevalên me lê. Ji ber ku newêrîbûn. Bi taybetî dijmin qet nikarîbû bikeve hin tunelên hevalên me lê bûn. Û wê wextê derbeke mezin li dijmin hate xistin. Hingî du çek ji ser dijmin hatin rakirin. Çend caran dijmin çeka kîmyewî li ser kampê bi kar anî û her pênc hevalên me 53 rojan bi lehengî şer kirin. Li tuneke ku her du deriyên wê girtî, hevalên me şer dikirin. Dijmin bi kepçeyan deriyên tunelan vekir û çekên kîmyewî avêtin navê. Ji ber bikaranîna çeka kîmyewî hevalê Çekdar û hevalekî pê re şehîd bûn. Hevalên din bi saxî xwe gihandin cihê xwe."
Newêrîbûn fîşekekê biteqînin
Ji bo operasyonên li dijî Herekolê, Hakî Mardîn got, "Dijmin du caran operasyon li Herekolê kir, lê nekarî xwe bigihîne Herekolê. Her ku hevalan lê dida vedikişiya. Ji aliyê derûnî ve artêşa Tirk têk çû. Ji ber ku eskerên wan gelekî tirsiyabûn, newêrîbûn fîşekekê biteqînin. Esker bi zorê li wir dihiştin.
Erdogan û wezîrên wî her roj bîlançoyên cuda eşkere kirin û hewl dan raya giştî bixapînin. Ya rast li Bakur di gelek operasyonan de artêşa Tirk bi ser neket, berevajî; têk çû. Bîlançoya ku wan eşkere kir, nepixandî ye. Ji ber ku ti ji şehadetên me yên heta roja îro, bi fîşeka wan nebû. Tenê ji ber kêmasiyên ji aliyê ewlekariyê ve hatin kirin, şehadet çêbûn.
Dîmenê çalakiya dawî a li Botanê ji aliyê her kesî ve hate dîtin. Heval bi tîmeke biçûk êrîşî kalekolan kir û çûn ser cenazeyên eskeran. Yanî derdê me nîne ku em her tiştî îspat bikin. Her kesî dît bê gerîla xwedî ruhekî çawa yê fedayî ye."
Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê û Fermandarê Herêma Botanê Hakî Mardîn îşaret bi berxwedan gelê Botanê kir, got, wan berdêlên giran dan û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ji bo herêma Botanê amadekariyên me wê befireh bin."