Çeteyên di bin kontrola dewleta Tirk de li Babê jî darbeyeke giran xwarin. Hat îdîa kirin ku hêzên Tirk ên li nêzî Babê bûne hedefa êrîşeke hawayî ya balfiran. Her wiha hat ragihandin ku di encama wesayiteke bombeyî de leşkerekî tirk miriye şeş leşker û 7 çete jî birîndar bûne.
Hêzên Artêşa Tirk ên Rojava dagir kirine û bi navê, “Mertalê Firatê“ têne binav kirin û 13 komên çete li Babê di reweşeke xirab de ne. Pêr êvarî li bakûrê Babê li herêma Susiyan, Şêx Elwan û Hizwan hêzên dewleta Tirk û çeteyên li derdora wan bûn hedefa êrîşeke hewayî. Lê belê rayedarên Tirk bûyer înkar kirin. Di daxuyaniyên rayedarên Tirk de mîna ku êrîş bi wesatiya bombebarkirî pêk hatibê hate ragihandin.
BAB