
Bombebarana balafirên şer ên arêtşa Tirk a dagirker li ser herêma Minbicê didome û dibe sedema mirina sivîlan û koçberiyê. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundên Îlan, Şêx Nasir û Qerewêran ên rojavayê Minbicê dikin û şêniyên wan gundên ku ji aliyê Melcîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatiye rizgarkirin, neçarî koçberiyê dikin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî li dij artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê berxwedaneke dîrokî nîşan didin.
6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Balafirên şer ên Tirkiyê şevê din komkujiyek li gundê Sebwêran a rojavayê Minbicê pêk anî, di encamê de 2 jê zarok 6 sivîlan jiyan xwe ji dest dan û 2 jê zarok 6 sivîl birîndaqr bûn. Birîndar niha li Minbicê tên derman kirin.
Balafirên şer ên artêşa dagirker duh bi şev komkujiyek li gundê Sebwêran ku li rojava Minbicê dikeve pêk anî. Di encamê de 2 jê zarok 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 2 jê zarok 6 sivîlên din jî birîndar bûn. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku parastina gund dikirin yekser mudaxele kirin û birîndar rakirin nexweşxaneya Hikmet a bajarê Minbic. Reşîd Derwîş yek ji şêniyên gundê Sebwêran û ku ew birîndar bûye û niha li nexweşxaneyê kêliyên êrîşa dagirker wiha tîne ziman:”Em li mala xwe rûniştibûn ji nişkevê dengê balafirên şerê ên dewleta Tirk hat û mala me bombebarand û di encamê de jin û zarok hatin qetilkirin”.
Ji kesên jiyana xwe ji dest dane nasnameya zarokên bi navê Şehîd û Emîne yên ji malbata Ehmed Reşîd Bîş Elo hate zanîn.
Reşîd da zanîn ku biraniya birîndaran jin û zarok bûn û ta niha jî topbaran li ser gundên wan didome. Bijîşkên nexweşxanê diyar kirin ku rewşa jinekê xeter e û birîndarên din jî rewşa niha baş e.
Şervanan tanka sêyemîn rûxandin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê berisva êrîşan didin û derbeyên giran li wan dixin. Şervanan di navbera herdû gundên Bêşemêlê û Cibildem de ên li bakur- rojavayê bajarê Minbicê dikeve tanka sêyemîn a artêşa dagirker rûxandin, sê tankên din jî neçar min ku paşve vekişin. Beriya niha bi du rojan şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 2 tankên artêşa Tirk dagirker û çeteyên wê rûxandin.
Şerê dijwar diqewime
Di bersivdayîna şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de, gelek êrîşên artêşa dagirker û çeteyên wê hatin şikandin û hewldanên dagirkeriyê têk çûn.
Şervanê Meclîsa leşkerî ya Minbicê yê bi navê Mihemed El-Haşimî ji ANHA′yê re ragihand ku di pevçûnên dijwar ên ku li gundên Şêx Nasir rû dane de, bi dehan kuştî û birîndarên leşkerên Tirk û çeteyên wê çêbûne. El-Haşimî ev agahî dan: ″Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin gundên Rojavayê Minbicê dagir bike. Şervanên me di navbera gundên Bêşemlê û Cibildim re 3 tankên wan rûxandin û tankên din ên artêşa Tirk neçar man paşve vekişin. ″Di 21′ê mijdarê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî noqteyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin. Di bersivdayîna şervanan de, bi dehan kuştî û birîndarên artêşa Tirk û çeteyên wê çêbûn û hin cenazeyên wan ketin destê şervanan.
MINBIC