Ji sala 2011'an û vir ve di şerê li dij êrîşên çeteyan ê li dij Şoreşa Rojava de YPG'ê her çiqasî berxwedêriya xwe nîşan dabe jî derketina YPG'ê ya rojava sereke ya cîhanê di Tebaxa borî bi dagirkeriya çeteyan a Şengalê re dest pê kir. Piştî dagirkeriya Şengalê ya di 3'ê Tebaxhe de tevgera şervanên YPG/YPJ'ê ya ji bo rizgarkirina bi deh hezaran Kurdên Êzîdî yên xwe sipartibûn Çiyayê Şengalê bala tevahiya cîhanê kişande ser herêmê û ser YPG'ê. Hêzên YPG'ê bi şerekî 10 saetan ê bi hezaran endamên çetere xwe gihandin Çiyayê Şengalê û bi şerê ku du rojan berdewam kir de di navbera Rojava û Çiyayê Şengalê de korîdora ewlekariyê ava kirin. Ev pêngav û berxwedana ji bo parastina korîdorê, dîsa têkoşîna leşkerî ya li dij DAIŞ'ê ku encam bidest xist YPG derxiste pêş. Sedema bingehîn a beştdariya mirovên ji çar aliyê cîhanê ya têkoşîna li dij çeteyan ev serkeftina YPG'ê ya di warê leşkerî de bû.

Her çiqas di destpêkê de fikarên dualî hebin jî di nava demeke kin de derfet, rê û rêbazên beştariya kesên navneteweyî ya nava refên YPG'ê zêde bû. Di demeke kurt de hejmareke zêde ya dildaran ji bo di şerê li dij DAIŞ'ê de cih bigirin serî li YPG'ê dan. Alman, Îngîlîstanî, Amerîkayî, Hollandî, Îtalyan, Meksîkî, Estonyayî, Kanadayî jî di nav de heta niha 30 dildar ê ji çar aliyê cîhanê hatine beşdarî YPG'ê bûne.


Ziman karê pêşî ye
Berovajî propogandayê reşkirinê girtina pereyan li aliyekî van dildaran tevan teçîzat û amûrên xwe bi derfetên xwe kirîne û hatine beşdar bûne. Ji yên ku li welatê xwe demeke dirêj leşkerî kirine bigire heta bi ciwanên ku heta beşdar nebûn ne rahiştibûn çekê gelek kesên cuda di nava van dildaran de hene. Alman ê 30 salî ku zanîngeha hiqûqê qedandiye, Emerîkayiyekî 28 salî yê ji malbateke cotkar, Estonyayiyê ç23 salî yê 4 zimanan dizane, doktorê Îtalî yê 31 salî, Kanadayiyê mamosteyê ziman ê 66 salî yê 2 zanîngeh qedandine, Skoçî yê 38 salî yê xwedî pîşeyê ewlekariya taybet e jivan çend kes in.
Dildarên li welatê xwe  eskerî kirî jî piştî beşdarî YPG'ê dibin demekê perwerde dibin. Noqteyên ku di şerê li dij çeteyan de baldar bin, detayên arazî û erdnîgariya lê ne, rewşa demokgrafîk a cihê lê şer dikin, agahiyên teknîkî yên derbarê çekên bikar tînin de tê dayin. Lê belê noqteya ku herî zêde li ser tê rawestîn ziman e. Piraniya wan hêna bi rê de dest bi fêrbûna Kurdî kirine. Yên nizanin jî ji roja gihiştin Rojava û pêde dest bi lêgerîna fêrbûna Kurdî û mamosteyên Kurdî dikin. Mamosteyê ziman ê Kanadayî ji niha de ji bo dildarên ku werin ferhengeke biçûk amadekeriye.
Hin noqteyên cuda di navbera wan de hebin jî mijara ku tev li ser hemfikir in asta şer e. Hemû dildarên biyanî yên em bi wan re axifîn destnîşan dikin ku têkoşîna Rojava ya ji aliyê YPG'ê ve tê dayin ne tenê ya Kurdan e. Piraniya wan vî şerî mîna hatine dijberî hev a başî û xirabiyê binav dikin. Peyama ku Botan ê Alman dide tercûmaniya hestên tevan dike; "Gelê Kurd li ser navê me, li ser navê mirovahiyê şer dike. Ez jî li ser navê xwe ji bo welatê xwe û demokrasiya li welatê xwe biparêzim hatime vir şer bikim. Ew (DAIŞ) çawa ku tên li welatê me xabatên terorîstî dimeşînin, li dij me û gelê me şer dikin, ez jî hatim cihê ku xwe lê bihêz dibînin û min xwest nîşan bidim ku li vir dikarim bi wan re şer bikim."

Êdî baştir tê zanîn ka ev dildar kî ne, ji ku hatine û çi dikin. Ciwan û dildarên ku rojê bi newayê Marşa Înternasyonalê pêşwazî dikin, ruhê beriya 75 salan divejînin. Madrîd dibe Kobanê. Tugayên Navneteweyî yên li ber deriyê Madrîdê digotin, "No pasaran" gavên xwe yên destpêkê diavêjin Rojava.


SÎNAN CÛDÎ




Şervanên TÎKKO yên li Kobanê: Roj roja avêtina gavên pratîk e

 
Berxwedana Kobanê ji her gelan mirov di refên berxwedanê de li hev kom kirin. Ligel welatiyên ji seranserê cîhanê rêxistinên sosyalîst û şoreşger ên Tirkiyeyê jî li Kobanê di çeperên berxwedanê de cihê xwe girtin û li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi gelê Kobanê re têdikoşin. Şervanên Partiya Komunîst a Tirkiyeyê-Marksîst Lenînîst (TKP/ML) Artêşa Rizgariya Gundî Karker a Tirkiyeyê (TÎKKO) jî li Kobanê di çeperên berxwedanê de cihê xwe digirin. Şervanê TKP/ML TÎKKO Egît Cem têkildarî şervanên TKP/ML TÎKKO li Kobanê peyivî.

'Weke şopkerên Îbrahîm ....'

Egît Cem diyar kir ku zilma ji aliyê Iraq, Tirkiye, Îran û Suriyeyê li hemberî gelê kurd pêk tîne bi şerê navxweyî yê Suriyeyê gihiştekî nokteyek din a cuda û got: "Li ku derê zilim, zext û mêtingerî hebe li wir serhildan û têkoşîn helweseke rewa ye. Netewa kurd sed salin li hemberî zextan serî hildan û biryara modela xwe ya jiyanê ava bikin da. Di encamê de partiya me xwediyê xeteke polîtîk û bîrdozî ya ji Îbrahîm Kaypakaya dewr girtî ye. Di salên 70'an de dema tu kesî behsa netewaya kurd nedikir Rêheval Îbrahîm got, divê serxwebûna netewa kurd hebe ji rêxistinên reformîst, revîzyonîst re gotibû. Em jî weke şopkerên Îbrahîm û rêhevalên wî îro ya dikeve ser milê me dikin, li Kobanê şer dikin."

'Ev rewşek e ku wicdan qebûl nake'

Cem anî ziman ku di encama nîqaşên kirî de biryar dan û hatin Kobanê. Cem wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di encamê de li hemberî vê komkujî û hovîtiyê têkoşîn nekirin rewşek e kuwijdan qebûl nake. Ji gelek neteweyên cîhanê mirov hatin Kobanê û li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê şer kirin. Kesên ji xwe re dibêje, sosyalîst, şoreşger û komunîst divê bêdeng nemînin.”

DÎHA/KOBANÊ




Tabûrên Soran

Bûyina saziyeke derveyî siyasetê û bi heman mêzînê nêzîkbûna hemû beşên civakê di nava Kurdan de jî bû sedem ku YPG bibe hêzeke populer. Mîna ciwanên Rojava yên xwedî bîrdozî û ramanên cuda yên siyasî, ji çar parçeyên Kurdistanê jî beşdariyeke xurt a nava Şoreşa Rojava û YPG'ê heye. Her çiqasî hejmara ciwanên Bakûrê Kurdistanê zêdetir be jî ref bi ref ji Başûrê Kurdistanê jî ciwan tevlî YPG'ê dibin. Ji bajarên mîna Xanekîn, Celawla, Kerkük, Hewler, Duhok, Şaklava yên Başûrê Kurdistanê beşdarî YPG'ê bûne li Rojava bicîh bûne û jiyana xwe li vir didomînin.Tevî van, tabûrên bi şêwazekî xweser birêxistin bûne jî hene.

Egîdên li bereyên şer

Tabûra Soran a li sêgoşeya Cezaa, Tilkoçer û Şengalê di şerê 4 mehan de roleke girîng leyistiye yek ji van tabûran e. Navê sembol ê vê tabûrê şik û guman nîne ku Genco Hesekê (Emir Fakir Enver) bû. Dema 120 hezar Kurdên Êzîdî li Çiyayê Şengalê hatibû dorpêçkirin, ji bo parastina korîdora ku YPG-YPJ'ê vekir fermandarê yekîneyekê bû Genco. Di şerê 15'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da. Genco tevî ku gelek caran birîndar bûbû jî bi israr beşdarî şer dibû mîna "sembola yekîtiya neteweyî" tê bibîr anîn.
Gelek ciwanên ji Başûrê Kurdistanê ku li kêleka Genco şer dikin di şerê li Cizîr û Kobanê de li eniya herî pêş in. Dema di 29'ê Mijdarê de çeteyên DAIŞ'ê di ser axa Tirkiyeyê re û ji deriyê sînor ê Murşîtpinar re êrîşî Kobanê kirin, yek ji şervanê ku di nava yekîneya ku ev êrîş têk bir Bager jî yek ji van ciwana ye.  Baban Ebû Bekir (Bager Koçer) ê di sala 1995'an de li Pêncevîn a Silêmanî ji dayik bû mîna şehîdekî Berxwedana Kobanê navê xwe di rûpelên dîroka rûmetê de neqş kir.