Li Çînê li goreke ya rastî kaneke 2100 salî de artêşeke ji heriya pijandî hat dîtin. Ev artêşa han a mîniyatur ji sedan fîgurên ji heriyê çêkirî û û pijandî pêk tê. Di navê de piyade, siwarî, erebeyên şer jî hene

Li gorî dîzayna van fîguran arkeolog bawer dikin ku ev artêşa mîniyatur beriya bi 2100 salan hatiye çêkirin, ango qederê sedsalan piştî Artêşa Terracotta. Di nava vê artêşê de modelên bircan jî hene ku metreyek û 40 santîman bilind in. Li navenda kanê 300 piyade hene ku di rewşa parastinê ya hewarê de sekinî ne.

Axir ev eskerên ji heriya pijandî, li gorî Artêşa Terracotta piçûk in. Arkeolog bawer dikin ku ev artêşa mîniyatur ji bo prensê bi navê Liu Hong hatibe çêkirin ku yek ji kurên împeretor Wu (hukm kiriye ji 141 beriya mîladê heta bi – 87 beriya miladê) bûye. Liu Hong li Linzi bû, nêzî bajarê Çînî ku niha ev gora hanê tevî artêşê lê hatiye dîtin.

 

PEKÎN