Li Silêmaniyê bêhtirî 50 hunermendî bi organîzekirina konsereke sirûdên neteweyî wê piştgiriyê bide Berxwedana rûmetê ya Rojava. Konser di nava hefteyekê de li Meydana Deriyê Sera li dar bikeve.

Berxwedana Rûmetê ya li dijî hovîtiya dewleta Tirk a qirker, li meydana hunerê gelek piştgirên xwe peydekirin û li Silêmanê, ev piştgir bûn artêşek. Hunermendên Silêmaniyê bi armanca destekdayîna “Berxwedana Rûmetê” amadekariya konsera “stranên neteweyî” dikin. Heta niha zêdetirî 50´î hunermendî beşdarî amadekariyên konserê bûne.

Beşa Hûnera Mûzîkê ya Rêveberiya Rewşenbîriyê ya Silêmaniyê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û Rojavayê Kurdistanê, vê amadekariya konsera stranên neteweyî bi rê ve dibe.

Bang li hemû hunermendan hat kirin

Di çarçoveya amadekariyan de bang li tevahiya hunermendên bajarê Silêmaniyê hat kirin ku ji bo konserê amadekariyan bikin. Li ser banga hatiye kirin, heta niha zêdetirî 50 hunermendên ku di nava wan de Şîlan Osman, Loqman Selîm, Mariya Hewramî jî hene, li hev kom bûn û dest bi provayên ji bo konserê kirine.

Rayedarên Beşa Hunera Muzîkê diyar dikin ku di konserê de wê tenê sirûdên neteweyî yên bi zaravayên Kurmancî û Soranî bên gotin; yanî konser wê ya sirûdan be. Rayedaran her wiha diyar kir ku ew plan dikin konserê di nava hefteyekê de bidin, lê dema wê daxuyanî dayî, hîna roja nehatibû zelalkirin.

Li Deriyê Sera ji bo Rojava

Konser wê li ber Deriyê Sera yê li navenda Silêmaniyê bê dayîn û bang li tevahiya hunermendan û gel hat kirin da ku tevlî vê konserê bibin.

Endama Beşa Hunera Muzîkê Nûjîn Mihemed, têkildarî mijarê zanyarî dan û got, ew erka xwe ya exlaqî û neteweyî pêk tînîn. Nûjîn Mihemed anî ziman ku ew jî li gorî hêza xwe bi deng û awazên xwe dixwazin piştevaniya Rojavayê Kurdistanê bikin. Wê diyar kir ku her kes dikare bi şêwazekî piştevaniya Rojavayê Kurdistanê bike.

Nûjîn got, çi hunermendekî din jî hebe, û heger bixwaze, dikare tevlî xebata wan bibe.

 

ROJNEWS/SILÊMANÎ