Der barê xebatên li navendê de yek ji rêveberê navendê Abdulhakîm Sarsilmaz nêrînen xwe anî ziman û wiha got: “Li navendê di gelek beşên çand û hunerî de; di beşên gîtar, tembûr, erbane, şano, koroya zarokan û zimanê Kurdîde kurs tên dayîn û hejmara xwendekarên ku li kursan dibînin nêzî 60 kesan e.”
Sarsilmaz destnîşan kir ku li Stenbolê gelek malbatên Kurdistanî yên ku gundên wan ji aliyê dewletê ve hatiye şewitandin û neçar mane ku koçî Stenbolê bikin hene û wiha pêde çû: “Dewleta ku nikare bi komkujî û valakirina gundan li hemberî gelê Kurd bi ser bikeve dixwaze ku bi polîtîkayên xwe yên şerê qirêj gelê Kurd û bi taybetî jî ciwanên Kurd ji rastiya wan dûr bixe û wan teşwîqê fihûş û tiryakê bike.”
Der barê armanca navendê de jî Sarsilmaz aev tişt gotin: “Armanca me ya yekem ew e ku em li hemberî polîtîkayên qirêj a dewletê hişmendiyeke çandî bidin avakirin. Navenda Çandê ya Arzelayê jî dixwaze ku bi perwerdeyên xwe yên cihêreng ciwanan bi çanda wan bide naskirin.”
ŞOREŞ OLÇEN/AMED