Parêzer Detlev diyar kir ku ew ê li benda îdîanameya ku dê ji aliyê dozger ve bê amadekirin bin. Federasyona Êzidiyan kuştina Arzûyê şermzar kir û got; “Di ola me de tiştên wiha tune ne”. Seroka Komeleya Perîyê nivîskar Serap Çîlelî jî bal kişand ser kêmasiyên di malên stargehan de.
Arzû Ozme bi eslê xwe ji navçeya Midyada Mêrdînê ye, lê li Almanyayê ji dayîk bûye. Herî dawî di şeva 1’ê mijdara 2011 de hatibû dîtin. Li bajaroka Detmold a li nêzî bajarê Bielefeldê, hevalê Arzûyê Alexander telefonî polîsan kiribû û gotibû ku Arzû ji aliyê hin kesan ve hate revandin. Polîs 2,5 mehan ketin pey rêça Arzûyê û ji malbata Ozmen 5 xwîşk û bira binçav kirin.
'Gelek caran hatiye tehdît kirin'
Roja înê, termê Arzûyê li perava Goal Grossenseeyê yak u 270 km ji cihê Arzû lê hatibû revandin dûr e, hatibû dîtin. Lê heta niha der darê awayê kuştina Arzûyê de tu daxuyaniyek nehatiye dayîn. Dozgerê Demoldê ji Michael Kempkes ji ANF’ê re axivî û diyar kir di lêpirsîna bûyerê de biryara veşariyê heye. Dozger diyar kir ku heta niha gelek caran Arzû hatibû tehdîkirin û destnîşan kir ku li ser gumana cinayetê radiwestin.
Li benda îdîanameyê ne
Ji roja Arzû wenda bûye û vir ve ji 9 xwîşk û birayên wê; Osman, Şirin, Elvis ve Kemal di binçavan de ne. Li gorî çapemeniyê guman li ser birayê biçûk Osman (22) kom dibin. Lê parêzerê birayê mezin Kemal Ozmen, Detlev Binder ji ANF’ê re axivî û got, “Ji hemû nûçeyên di çapemeniyê de derdikevin bawer nekin” û diyar kir ku ew ê li benda îdîanameyê bimînin.
Endamên malbatê yên di binçavan de, mafê xwe yê bêdengiyê bi kar tînin. Hate zanîn ku piştî termê wê hate dîtin, polîsan careke din îfadeya dayî û bavê Arzûyê kirin û ji ber gumana “Kuştina namûsî” berê her kesê li malbatê ye.
Çîroka ji Midyadê dest pê dike…
Arzû herî dawî, gava ji firina ku têde dixebitî, derket, çûbû mala hevalê xwe Alexanderê 23 salî. Arzû pêşî ji malê reviyabû strageha jinan û ji wir jî reviyabû. Di mehên havînê de Alexanderê bi eslê xwe Rûs nas kiribû. Ji bo malbat wê nebîne, nasname û heta rengê pora xwe jî guhertibû.
Malbata Arzûyê jî di salên 1990’yî de ji ber polîtîka û zextên dewleta Tirk weke bi hezaran maltabên Kurd reviyabûn Almanyayê. Li bajaroka Detmold a di navbera Hannover û Bielefeld ku jimara Kurdên êzidî lê zêde ne cihwar bibûn.
'Di Êzîdiyê de tiştekî wisa tune ye'
Ji rêveberên Federasyona Êzidiyên a li Almanyayê Salih Yalti ji ANF’ê re axivî û got; “Li Almanyayê di destpêka civatên ku di nava civakên li Almanyayê de hevsengiyê çê dikin êzidî hene. Lê em her tim van bûyerên wiha têne rojevê”. Federasyonê diyar kir ku di nava kevneşopiyên Êzidiyan de tu tiştek wiha tune ye û diyar kir ku ew ê beşdarî merasimê bibin. Yatli diyar kir ku ew ji bo bûyerên wiha neqewimin, semîner û panel û xebatên cûda dimeşînin.
Arzû çima ji stargehê revî?
Arzû sala par di strageha jinan de bi cih bibû, lê tê diyarkirin ku ji ber ku bi wê derê re li hev nekiriye, ji wir reviye. Seroka Komeleya Perî ya Jinan nivîskar Serap Çîlelî ku ji roja destpêkê ve tiştên bi serê Arzûyê hatin dişopîne jî diyar kir ku ji gelek çandên cûda keç li van stargehan cihwar dibin, ji ber wê jî li hev nakin.
Çîlelî ji ANF’ê re axivî û got; “Di cinayetên wiha de tu ferq di navbera Misilman, Êzidî, an jî Xrîstiyanan , an jî Kurd, Tirk, Ereban de tune ye. Mirov nikare bûyereke wiha biavêje stûyê çand an jî baweriyekê. Ev yek neheqiyeke mezin e.”
Çîlelî destnîşan kir ku wana di sala 2007 de vê stragehê avakiriye û ji wê rojê heta niha alîkarî dane 600 kin û 50 zilaman. Çîlelî destnîşan kir ku malbat li derve bi awayeke cûda û li hindur jî bi awayeke cûda tevdigerin û got; “Ji ber wê jî divê mirov bala xwe bide ser koka malbatê.”
120 kuştinên bi navê 'namûsê'
Li gorî daneyên fermî yên Almayayê di navbera salên 1996-2005 de 120 “kuştinên namûsî” pêk hatin. Di van kuştinan de yên herî zêde ceza werdigirin, kesên ku tetîk kişandine. Çîroka Sadiyaya Pakîstanî ya li Belçîkayê dişibe Arzûya Kurd. Sadiya jî nexwestibû ku bi kesê ku malbata wê dixwaze re bizewice û reviyabû mala strageha jinan.
Sadiya di sala 2007 de ji aliyê birayê xwe ve hatibû kuştin. Doz di 13’ê berfanbara 2011 de bi encam b. Dadgehê ji ber ‘sucê organîzekirî ‘ li bav Tarirq 25 sal, Pervin Zahide 20 sal, birayê wê Mudusar ê ku xwîşka xwe kuşt 15 sal ceza birî.
ANF/BERLÎN