Ji rêveberên Asayîşa Minbicê Mesûd Îbrahîm bal kişand ser wê yekê ku piştî avakirina Asayîşa Minbicê, ciwanên bajêr berê xwe dan navendên Asayîşê û rojane bi dehan ji welatiyên bajêr tevlî nav refên Hêzên Asayîşê dibin. Ev kes piştî ku têne qebûlkirin û perwerdehiya 15 rojan ya dersên siyasî, ramyarî û eskerî dibînin, wekî endamên asayîşê tevlî xebatên ewlekariyê dibin.
Li gorî agahiyên Îbrahîm, piştî rizgarkirina Minbicê heta niha qederê 600 ciwanên bajêr tevlî Hêzên Asayîşê bûne û ev hejmar her diçe zêde dibe.
Piştgiriyê bidin Hêzên Asayîşê
Ji aliyê xwe ve, endamê Asayîşê Ezeddîn Mehmûd dibêje, “Me di nava bajêr de nuqteyên xwe diyar kirine. Em niha di pêvajoya paqijkirina Mibnicê ji mayîn û bermahiyên terorê de ne. Hemû maşîneyên ku diçin û tên, em kontrol dikin.Mehmûd bang li welatiyan kir ku piştgiriyê bidin hêzên ewlehiya hundirîn ango Asayîşê û nêzî deverên girtî ku hê ekîbên endezyarî yên bêtesîrkirina mayînan ew paqij nekirin, nebin û dema ku tiştekî xerîb dîtin, yekser agahiyê bidin nuqteya herî nêzîk a Asayîşê.
Gelê xwe ji êrişan biparêzin
Ji endamên Asayîşa gundewarê Minbicê jî Sahir Hisên axivî û got: “Em li nuqteya ku dikeve rojavayê bajarê Minbicê parastina bajêr dikin. Çi tirimpêlên ku derbasî bajêr dibin û jê derdikevin, têne kontrolkirin. Welatî jî bi xebatên me pirr dilrihet in û heta niha tu pirsgirêk jî derneketiye.”Hisên jî bang li xort û keçên Minbicê kir ku tevlî hêzên Asayîşê bibin, xaka xwe û gelê xwe ji êrîşên komên çete biparêzin.
ALAN DAWUD / ANHA / MINBIC
ALAN DAWUD / ANHA / MINBIC