Ev 5 roj in agahî ji welatparêz û Endamê Tevgera Azadî yê bi navê Mihemed Feteh Silo nayê girtin.Mehemed Feteh Silo ku wekî Mihemed Zaxoyî tê nasîn,13’ê Kanûnê saet 13.30’an de ji Dihokê berbi Silêmaniyê ve ket rê ji wê rojê ve haya kesî jê tine. Malbat dibêje karê Mihemed li Silêmanî hebû, ji ber wê li wesayîta xwe ya taybet siwar bûye û gotiye diçim

Ev 6 roj in winda ye

Silêmanî.Malbata Mehemed piştî ku agahî negirtin, serî li Asayîşa Duhokê da, lê wan jî bersiva “Haya me pê nîn e” daye.Balkêşe  tevî ku malbat asayîşê agahdar kiriye jî heya niha asayîş têkildarî mijarê ti daxuyaniyek ne daye û lêgerînek ne hatiye destpêkirin.

Em li benda bersivê ne

Kurê Mihemed Zaxoyî yê bi navê Salar diyar kir ku bavê wî ji bo karekî xwestiye biçe Silêmaniyê, lê ji wê demê ve agahî jê nagirin û telefona wî jî girtiye.Salar nerazîbûn nîşanî xemsariya hikumeta herêma Kurdistanê jî da û got,‘ Ez hêvîdarim ku bavê min li gel asayîşa Dihokêye yan jî li gel Parastine be.Asayîşa Dihokê ji ewlekariya bavê min berpirsyar e.Mihemed Feteh demek beriya niha bi hinceta ku 2 zarokên wî yên diçin dibistanê, tên tehdîtkirin û lêdan xwarine, serî polîsên Zaxo dabû. Mehemed di serlêdana xwe de xwestibû ku bûyer bê lêkolînkirin.

 

ROJNEWS / ZAXO