Di merasîmê de Serokê Meclisa Avaker ya Êzîdiyên Şengalê Xidir Salih, Meclîsa Jinên Şengalê, endamên Partiya Azad û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) û gelek endamên saziyên din û mêvan amede bûn.
Her wiha endamên dewra Şehîd Rêbaz 45 rojan perwerdeya bîrdozî, leşkerî û parastinê ditîn. Serokê Meclisa Avakar a Şengalê Xidir Salih 2’emîn dewreya asayîşa Êzîdxanê pîroz kir û wiha peyivî: “Bi dawî kirina dewreyên ciwanên Êzîdî derbeyek li dijmin û xêrnexwazên Êzîdiyan dikeve û ew ê bi vî rengî karibin bibin bersiv li dijî dijminê Êzîdxanê.
Parastin îro erka li ser milê me ye, em baweriyê bidin miletê xwe ku em karibin wan û zarokên wan biparêzin û bikaribin vegerin ser xaka xwe.”
ROJNEWS/ŞENGAL