Hêzên Asayîşa Jinan a bajarokê Çilaxa yê ser bi Girkê Legê ji Mijdara 2014’an ve, erka xwe di birêxistinkirin û parastina jinan de didomîne û hemû mafên jinan diparêze. Her wiha di pêşxistina hişmendiya jinan de jî bi roleke mezin radibe.

Derbarê kar û xebatên Asayîşa Jinan a bajaroka Çilaxa de Endama Komîteya Arşîv û çapemeniya Asayîşê Rûken Ebdullah diyar kir ku ew di çareserkirina hemû dozên taybet bi jinan de didomînin û gelek hemleyên bipêşxistina hişmendiya jinan li herêma xwe bi rêve dibin.


Jiyana hevbeş bingeh e

Rûken diyar kir ku ew wekî endamên hêzên Asayîşa Jinan heftane civîna xwe li dar dixin û rewşa xwe ya rêxistinî dinirxînin. Her wiha hemû endam beşdarî perwerdeyên fikrî dibin û waneyên derbarê pêşxistina hişmendiya jinan de û xwe rizgarkirina ji zêhniyeta baviksalariyê dibin.

Rûken destnîşan kir ku ji bo erka wan pêk were ew karên xwe bi riya gelek komîteyên wekî “Çapemenî, darazî, lêpirsîn, dîwan, pêşwazîkirin, dayîna destûrnameyan û bendên kontrolê” didin meşandin. Di nava hêzên Asayîşa Jinan a bajarok de 13 jin ji hemû pêkhateyên bajarok cihê xwe digirin û li gorî jiyana hevbeş û biratiya gelan hevkariya hevûdu dikin û hemû pirsgirêkên jinan çareser dikin.

Hêzên Asayîşa Jinan bi hemû saziyên civaka sivîl re di nava hevkariyê de ye û pêşwaziya hemû dozen jinan dike. Piştî ku dozen jinan lêkolîn dike ji aliyên têkildar re dişîne.


HAWAR HIBO/AZAD SEFO/ANHA/GIRKÊ LEGÊ