Asayîşa PDK’ê ciwanê bi navê Ayîd Remzî Seydo û 2 kesên din ku navê wan nehat zanîn, bi sedema tevlî xwepêşandana li Şêladizê bûne, destgîr kir.
Li gorî çavkaniyên herêmî, asayîşa Dihokê doh, ciwanê bi navê Ayîd Remzî Seydo li gel 2 kesên din ên navê wan nehat zanîn, bi sedema ku beşdarî serhildana Şêladizê bûne, girtine.
Çavkaniya herêmî diyar kir ku her sê kes jî li bajarokê Sîriyê yê ser bi Şêladizê hatine destgîrkirin û nehatiye zanîn ka ew birine ku derê.
Di nûçeyeke bi îmzeya Erdogan Altan a di Ajansa Mezopotanyayê (MA) ya pêr de jî derketibû holê ku Îstîxbarata dewleta Tirk-MÎT’ê li gundê Kiryadêr ê Herêma Rêkan a bajarokê Şêladizê yê ser bi Dihokê, mizgefta gund dagir kiriye û ji bo xwe weke baregeha eskerî bi kar tîne. Li dora mizgeftê jî pêşmergeyên PDK’ê parastina dagirkeran dikin û li ser banê mizgeftê jî nûqteyên nobetê danîne.
Ango MÎT´a Tirk û artêşa Tirk piştî serhildana gelê Şêladizê mizgefta gundê Kiryadêr dagir kirine. Axir li ser banê mizgeftê pêşmergeyên PDK’ê parastinê dikin. Gundiyên Kiryadêrê ji vê rewşê ne razî ne û bang li cihên peywendîdar kirin da ku çareseriyekî bibînin. Ev mizgefta ku gundiyan bi xwe ava kir hatiye dagir kirin û gundiyê bi navê S.K.R. jî nerazîbûna xwe ji MA´yê re wiha ragihandibû: “Serê çendîn sal e ku gundê me bi mizgefteke biçuk îdareya xwe dikir. Ji par ve bi alîkariya xêrxwazên deverê û fedekariya gundiyan me ev mizgeft ji bo gund da avakirin. Lê piştî serhildana Şêladizê, Sîriyê û Dêralokê mizgefta me ji aliyê MÎT a Tirk ve hatiye dagirkirin û weke baregeh tê bi karanîn. Ev tişt nayê qebul kirin.”
Ev yek nayê qebûl kirin, lê PDK weka bezê ser kezebê, ji MÎT´a Tirk re 3 kesên din ên ji Şêladizê bi hinceta serî li dagirkeran rakirine girtin.
Çi qewimî bû?
23’yê Çileyê bihurî, balafirên şer ên Tirk geliyê Reşawa û gundê Hêtûtê yê ser bi Şêladizê, bombebaran kiribûn û di encamê de 4 welatiyên herêmê şehîd bûbûn û heta niha jî agahî ji 2 ciwanên ku li cihê bûyerê bûn, nehatiye wergirtin. Gelê Dêralokê roja 25’ê Çile daxuyaniyeke girseyî ya nerazîbûnê da û roja paştir jî welatiyên Şêladizê, Hêtûtê, Sîriyê û Dêralokê li hember komkujî û dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê bi ser baregaha eskerî ya Tirk de girtin û kevirbaran kirin. Di xwepêşandanê de zarokekî 13 salî bi guleya eskerên Tirk hate qetilkirin û welatiyek navsere jî ji ber dengê zêde yê balafirên şer, jiyana xwe ji dest da.
Rêveberiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêveberiya PDK’ê soz da rayedarên Tirk ku hemû kesên li dijî hebûna baregehên Tirk derketine, ceza bike. Piştî van daxuyaniyan yekser pêla destgîrkirinê ji Şêladizê heta Dihokê destpê kir û zêdeyî 80’ê kesî hatin binçavkirin. Niha ji 80 kesan 18 kes hîna di girtîgehê de ne û têgotin ku cezayê girtîgehê wê li wan bê birrîn. Niha jî ev her sê kes li wan hatin zêdekirin.
n ŞÊLADIZÊ / ROJNEWS