Di çarçoveya kampanya li dijî madeyên hişbiriyê ku asayîşa herêmê di 23`ê nîsana 2013'an de dabû destpêkirin, hêzên asayîşê heta despêka hizêranê zêdetirî 42 ton heşîşa kesk û zihwa li 238 gundan bê bandor kir. Di berdewamiya kampanyayê, hêzên asayîşê li gundên başûr-rojavayê herêmê zêdetirî 3 ton heşîşa kesk li 15 gundan rakirin û bêbandor kirin, herwiha 35 kg heşîşa ziwa ku amade bû ji firotinê re desteser kirin. Hêzên asayîşê bi welatiyekî ku hewl dida derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, 70 kg heşîş desteser kirin û ji bo cezakirinê ew veguhestin dadgehê.

Çavkanyekî ji Rêveberiya Asayîşê diyar kir ku kampayaya paqijkirina herêma Kobanê ji madeyên hişbiryê  berdewam e û da zanîn ku 90% ji heşîşa li herêmê hatiyê tundekirin. 

KOBANÊ