Nûçe li Iraqê belav dibin ku dewleta Tirk pereyên neftê yên 4 mehên bihurî nedane hikûmeta Herêma Kurdistanê û ji ber vê yî wê nekariya mûçeyên karmendan 2 mehan bi rêkûpêk bide. Jixwe firotina petrola Kurdistanê di ser Tirkiyeyê re tenê bi kêra dewleta Tirk tê.

Ajansa Nûçeyan Rojnewsê bi îmzeya Berhem Letîf nûçeyek belav kir li ser wê yekê ku dewleta Tirk ev 4 meh in heqê petrola hatiye hinardin, nedaye, vê yekê jî kiriye ku mûçeyê karmendan du mehan nikaribe bê dayîn. Tişta ku mirov weke Kurd ji ber vê nûçeyê bike ew e ku gotinên Serokkomarê Tirk Erdogan bi bîr bixe, “Gava TIR neçûn hingê hûnê ne xwarinê ne jî cilûbergan peyde bikin.” Dewleteke ku serokê wê ev gotin ji te re gotî, tu çawa hîna pişta xwe pê qewîn dikî jî divê ew pirs be ku mirov ji rêveberên Hewlêr û Silêmaniyê bike. Lê em berê xwe bidin nûçeyê.

Parlamaneterê Iraqê eşkere kirin ku Tirkiyeyê dahata 4 mehan a nefta Herêma Kurdistanê nedaye û wan got, ji ber vê mûçeyên du mehan ên karmendan nehatiye dayîn. Herwiha parlamenterê Herêma Kurdistanê Şêrko Heme Emîn eşkere kir ku wezareta çavkaniyên xwezayî li ser vê mijarê bersiva pirsên wan nedaye.

Hikûmet ti agahiyên rast nade

Yanî hikûmet xwe kerr dike li pirsên li ser mijarê.

Li gorî daxuyaniya Parlamenterê Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) Serkewt Şemsedîn û parlamenterê Iraqê Ehmed Hacî Reşîd, ev 4 meh in hikûmeta Herêma Kurdistanê dahata nefta dişîne Tirkiyeyê, wernegirtiye. Serkewt Şemsedîn li ser mijarê got; “Ji ber ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî nerasterast, nezelal û desthilata parlamenê jî li ser nîne vî karî dike, em nikarin ti agahiyên rast ji hikûmetê bigirin. Tişta ku bi destê me ketiye, qala vê yekê dikin ku ev 4 meh in Tirkiyeyê dahata nefta Herêma Kurdistanê ya firotiyê, nedaye. Lê, sedema nedayînê nehatiye gotin. Li gorî agahiyên me, peywendiya wê heye bi tirsa Tirkiyeyê ya ji doza Iraqê li Odeya Bazirganî ya Navneteweyî li dijî Tirkiyeyê vekirî.”

Tirsa ji doza Iraqê

Sala 2014’an, di dema kabîneya Nurî Malikî de, Hikûmeta Iraqê ji ber ku dewleta Tirk û Şirketa Botaşê bêyî erêkirina Iraqê nefta Herêma Kurdistanê biriye Bendera Ceyhanê, li Odeya Bazirganiya Cihanê (ICC) giliyê dewleta Tirk û Şirketa Botaşê kir.

Rûniştina doza ku Hikûmeta Iraqê ji ber peymana petrolê ya di navbera Tirkiye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de vekiriye, wê di 26’ê Nîsanê de bûna, lê ji bo demeke nediyar hate bipaşxistin. Heger Iraq di dozê de bi ser keve, li gorî agahiyên Parlamenterê Iraqê Dr. Xalib Mihemed, Tirkiye wê 26 milyar dolaran bide Hikûmeta Iraqê. Herwiha pêwîst e şandina nefta Herêma Kurdistanê ya ji bo Bendera Ceyhanê jî bide rawestandin.

Serkewt Şemsedîn li ser vê dozê ji ajansê re gotiye; “Berpirsên Tirkiyeyê rasterast û eşkere ji Iraqê re gotine; ‚heger ev doz Tirkiyeyê neçar bike ku 26 milyar dolar tazmînatê bide Iraqê, em yek dolarê xwe nadin û em ê pereyê dahata nefta Herêma Kurdistanê bidin.’ Bi vê yekê re dahata nefta Herêma Kurdistanê bi tevahî dikeve destê Tirkiyeyê de û yek dolarê ji Herêma Kurdistanê re venagerîne.”

Heqê nefta herî erzan jî nade

Li gorî Serokê Koma Tevgera Goran ya li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih, niha Herêma Kurdistanê rojane 240 hezar bermîl neft ji bo Bendara Ceyhanê dişîne û ji bo firotina her bermîlek neft 23 dolaran distîne. Tevî ku nirxê yek bermîl neft li bazara cîhanê 70 dolar e. Li gorî vê, encama giştî ya dahata nefta mehane 289 milyon û 800 hazar dolar e. Ango nêzî 350 milyar dînarên Iraqê.

Bêhtirî milyarek dolarî

Li gorî vê dahata 4 mehan a nefta Herêma Kurdistanê ya diçe Tirkiyeyê dike, milyarek û 105 milyon û 200 hezar dolar. Ev pere li Tirkiyeyê maye û ji bo Herêma Kurdistanê nehatiye şandin.

Ne şandina vî pereyî bûye sedem ku mûçeyên du mehan ên karmendên Herêma Kurdistanê neyê dayîn. Ji ber ku hikûmeta Iraqê mehan 522 milyar dînar ji bo mûçeyên karmendan dişîne. Lê ji bo dayîna mûçeyên karmendan pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi zêdetirî 850 milyar dînarî heye. Ji dahata neftê mûçeyên karmendan temam dike.

Serkewt Şemsedîn li ser mijara nedayîna mûçeyên wiha got; “Iraqê mûçeyên 4 mehan ên karmendên Herêma Kurdistanê şandiye. Lê, heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê tenê mûçeyên du mehan ên karmendan dane. Ji ber ku Tirkiyeyê pereyê neftê neşandiye, wiha kiriye ku hikûmet nekaribe mûçeyên karmendan bide.”

Bi dijmin re bazareke şaş

Di vê bazarê de gelek aliyên sosret hene. Bazar li dijî qanûnên navneteweyî ye. Bi ser halan de, tevahiya înîsîyatîfa dayîna pereyên neftê di destê dewleteke dijminê Kurdistanê de ye; ew jî Tirkiye ye. Serokkomarê vê dewleta faşîst jî li Başûrê Kurdistanê wiha gef xwaribûn “Gava TIR neçûn hingê hûnê ne xwarinê ne jî cilûbergan peyde bikin.” Ango serê bazarê û binê wê jî ne li xêra Kurdan e.

Parlamen di guhê gê de ye

Serokê Koma Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê ya li Parlamena Herêma Kurdistanê, Dr. Şêrku Cewdet eşkere kir ku bi rêya nûçeyan agahiya ‘Tirkiyeyê dahata nefta Herêma Kurdistanê neşandiye’ bihîstiye û got; “Ti belgeyek ku piştrast bike nîne. Li ser vê mijarê min peywendî bi wezareta darayî û çavkaniyên xwezayî re danî, lê hate niha bersiv nedane. Wezeta Darayî jî dibêje, ‘mehane pereyên mûçeyan ji me re hatiye û agahiya me ji mijareke wiha nîne.”

Aborînas  Çiya Necmedîn wiha bersiva pirsa ‘gelo Tirkiye dixwaze bi pereyê Herêma Kurdistanê tazmînata Iraqê bide? da; “Di warê qanûnî de, qet mafê dewletekê nîne dahata dewleteke din bigire û dest dane ser. Lê, ev peywendiya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de, peywendiyên yasayî nebûn û wiha kir ku dewleta Tirk gelek bi asayî ne tenê dahata neftê bigire, hîna zêdetir zextê li Herêma Kurdistanê bike, da ku hîna zêdetir neftê ji bo wê bişîne. Hîna zêdetir dahat ji bo Tirkiyeyê bimîne.”

Çiya Necmedîn wekî din ji bo hikûmeta Başûr got, “Herêma Kurdistanê di çarçoveya dewleta Iraqê de, heger bixwaze vegere peymanên navneteweyî, divê vegere Bexdayê. Ji ber ku tenê dewlet dikare kar li ser yasayên navneteweyî bike. Pêwîst e Herêma Kurdistanê amade be vegere Bexdayê ku ev yek ji berjewendiyên giştî yên Iraqê û xaka Herêma Kurdistanê ye. Lê ew kar ji bo berjewendiyên xwe yên taybet dikin.”

 

HEWLÊR