ARARAT BÊRÎTAN ANF/BEHDÎNAN Gerîlayên HPG û YJA Starê gotin, artêşa Tirk li herêmên Başûrê Kurdistanê asê maye û nikare derkeve. Her wiha gerîlayan got, li dijî êrişên artêşa Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ew li ber xwe didin, ew ê teqez bi ser kevin. Gerîlayê HPG’ê Rênas Amed got, artêşa Tirk li cihê ku bi cih bûye, asê maye û wiha peyivî: “Ji cihê ku niha lê ye, nikare derkeve. Gefê li gel dixwe, êriş dike. Em jî bi ser wan de diçin. Em bi xwe bawer in ku em ê bi ser kevin.” Erk û wezîfeya me parastina welatê me ye Gerîlaya YJA Starê Rûken Bazîd jî got, “Em li welatê xwe û parastina xwe dikin. Erk û wezîfeya me ye ku em welatê xwe biparêzin. Li ser vê bingehê em şer dikin.” Gerîlayê HPG’ê Arnos Haymana got, ew ê ji her alî ve û li her cihî berxwedana xwe geş bikin û wiha axivî: “Dewleta Tirk ji aliyê aborî û siyasî ve qels bûye, ji ber vê yekê hêza xwe ya eskerî derdixîne pêş û hewl dide vê qelsiya xwe binixumîne. Lewma bi rengekî hovane li her cihî êriş dike. Li dijî vê yekê jî em bi biryar in.”