Bi cop û kalasan ve ketin hundirê qawîşê û bi xirecir û barebar qîr didan: 

- Pêgerîn heye, bila her kes derkeve hewşê. Zû bikin, lêz bikin!..

Girtiyan xwe berdan hewşa qawîşê.

Leşker û gardiyanan demeke dirêj lêgerîna qawîşê berdewam kirin. Wekî her car vê carê jî kinc û firaqên wan tevî hev dikirin. Her tişt diavêtin quncikekê û li erdê pêpes dikirin.

Gardiyanekî serê xwe ji deriyê hewşê dirêj kir û girtiyan li ber dîwêr weke tizbiyê rêz kir, kenek şeytanî li ser lêvên wî rûnişt. Bi çavên xwe yên hûrik û kesperî, mîna çavên pisîkên kolana li girtiyan nihêrî. Gardiyan Celo, mîna zebaniyan, reş û kîndar bû. Her ku tiştek biqewimiya beriya her gardiyanî wî êrîşî dibir ser girtiyan û ew diavêtin feleqeyê, îşkence bi wan dikir. 

Celo û du gardiyanên ku di destê wan de pêşgirek bi rengê kesk û sor hebû, hatin hewşê. Li girtiyan mêzêkirin û yek car qîr dan:

- Ev pêşgir ya kê ye? 

Dildar pêşgira xwe nas kir û got: "Ya min e." Di vê gavê de çend leşker aliyê din ve dipirsîn, "Te ew pêşgir ji kû aniye, çima bi wan rengan e? Ev rengên rêxistinê ne." Dildar got:" We bi destê xwe daye min." Lê kesî wî guhdar nedikir. Mîna gayê ku çav bi paçê sor bikeve, êrîş birin ser. Ew dabûn nav xwe û bi daran lêdidan. Dildar dest bi dirûşman kiribû. Dema hevalên wî dengê Dildar bihîstibûn, wan jî mîna xelekên zincîrê mil bi mil bûn û dirûşmên dijî îşkence berz dikirin. Leşker û gardiyan weke gurên ku devê wan bi xwînê ketibe, hîn bêhtir êrîşkar û har dibûn.

Di wan rojên qiyametê de di hepsa Erziromê de, wê salê zivistanek dijwar qewimî bû. Bi rojan berf dibariya. Berf hewş girtibû. Hingî sar bû, camên paceyên biçûk du sê tiliyan qeşa girtibû. Hingî her der berf bû, tenê perwazên paceyan bê berf mabû. Loma Kevok û qijîkên derdora hepsê dihatin xwe li perwazên bê berf digirtin. Zivistan, li ser betona herikî bû. Çavên girtiyên dil azad li ser wan bû. Kevok di cemeda zemheriyê de dicirifîn. Bê westan û rawestan lingên xwe li pey hev diguherandin û dixistin nav periyên xwe yên belbûyî. Dilê girtiyan bi van kevokan dişewitî. Nan û savara ku ji ber wan dima, bi wan re parve dikirin. 

Serê sibehê dema deriyê hewşê vebû, Dildar derket derve. Bi derketina hewşê re di nav berfê de kevokeke kovî dît. Di bin kuliyên berfê de xwe guvaştibû ser hev û di quncika dîwêr de melisîbû. Hingî qerimîbû ji cihê xwe nikarîbû xwe tev bida. Dildar her ku bi nermahiya berfê nêzî wê bû xwe civand ser hev. Her ku xwe melisand biçûktir bû. Dildar niha li cem ê bû. Bi germahiya xwe destê xwe dirêjî wê kir. Kevok hewl da ku baskên xwe veke, berf pekiya. Hêdîka ew ji nav berfê derxist, lê nihêrî, li ser per û baskên wê xwînek reş û qirêj hişk bûbû. Rabû bir hundir. Li paçekî pêça û danî ber kalorîferê. Gava ku piçek xwîna wê germ bû û bi ser hemdê xwe ve hat, hinekî lebitî. 

Hin hevalên Dildar jî hatin ser serê kevokê. Lê nihêrîn. Kevok ji baskê xwe birîndar bû. Xwîna wê li ser baskên wê hişk û zûha bibû. Çend balmeyên tivingê di nav goştê wê de dixwiyan. Kevokek keske şîn û birqok bû. Di bin ronahiyê de stûyê wê yê kesk û ziravok weke stêrkê şewq dida. Lê nihêrîn, heke birîna wê derman nekirina, dê kevok di destê wan de bimira. Dildar çû ciletek nû û ta û derzî anî. Hevalekî wî jî ava germ... Jixwe wekî din tu derfet û dermanên wan tunebûn.

Bi ava germ baskên wê şûştin, xwîna hişk û zuha jê birîn. Balmayên di goştê wê de bi mûçingê derxistin. Birîna wê pak û paqij kirin. Dû re jî bi ta û derziyê, bi kêlên hûrik çermê wê dirûtin. Her ku kêlek diavêtin birînê, kevokê di nav destên wan de diperpitî. Lê ji bo ku baş zeftkiribûn nedihiştin ku xwe zêde bilebitîne. Bi hemû milan ve hewl didan ku wê pak bikin. Di dawiyê de hinek merhem li ser birîna wî kirin û bi paçekî pêçandin. Dildar, bi vî halî baş lê dimêzand. Cihê wê li ber kalorîferê çêkiribû û qut û ava wê jê kêm nedikir.

Tenê derdê wî ew bû ku gardiyan nebînin. Loma heta jê dihat vedişart.

Gelek dem derbas nebûbû, kevokê hema hema mirinê ji ser xwe avêtibû. Ji nû ve rih pê de hatibû. Birîna wê pak bibû û ji nû ve per û bask pê ve hatibûn. Êdî ew jî bibû yeke ji wan. Girtî tev dihatin pê şa dibûn û henek pê dikirin û sebra xwe pê dianîn. Rojên xwe yên di bin lêdan û îşkenceyê de bi wê re dibûhirandin. Wan jî kevok yekê jixwe dihesibandin. Navek jî lê kiribûn: Gozelê! Gozelê jî ji halê xwe kêfxweş bû. Ew jî hinî wan bûbû û bi wan re digeriya, diçû û dihat. Li ser ranzê wan vedinîşt û bi serbestî ji serê qawîşê diçû serê din. Rojên xwe bi vî rengî dibihûrandin.     

Rojekê refek kevok hatibûn û li ber pacê venîştîbûn. Gozela keskeşîn çû cem wan. Dema refê kevokan çûbûn, ew jî bi wan re firiyabû û çûbû. Wekî ku dibêjin, her teyr bi refên xwe re difire. Gozelê jî bê ku ji hevalên xwe xatirê xwe bixwaze çawa hatibû, wisa jî çûbû. Dildar bi çûna Gozelê xemgîn bû. Wê şevê mîna ku tiştek jê kêm bibe, dilê wî pê ve ma.

Dengê lihevdana baskekî li ber guhê wî ket. Guhê xwe da dengê ku bi qasî ramûsenakê sivik bû. Berf dibariya taritiya şevê. Dengê baskê ku diteyisî, bi şikestî û qut qutî dibihist. Dîtina ku dît, kevokek bi lezker bi wî dihat. Kevok rasterast bi lezgînî nêzî çavên wî dibû. Çavên wî kurkusin. Dildar şiyar bû! Dengê di xewna wî de di guhên wî de bû. Dem çavên xwe vekir, Gozelê li pişt camê lê mêze dikir û nikilên xwe yî sorik li camê dida. Bi lez betanî ji ser xwe avêt û bê ku şimika xwe pê bike, beziya. Hilkişiya ser kursiyê, camê vekir û Gozelê bera hundir da. Bi hatina Gozelê, Dildar û hemû qawîş dilşad bûbû.

Di wan rojan de dema gardiyan êvarî hatin girtiyan bihejmêrin, çavên Celoyê gardiyan bi kartona Gozelê ketibû. Dema ku li qertonê nihêrîbû, Gozelê tê de dîtîbû. Bi xişim destê xwe dirêjî Gozelê kir ku wê bibe. Dildar ew dît, xwe avêt ku Gozelê ji nav lepên wî derxe, lê komek gardiyanên ceberût bi milên wî girtin û nehîştin. Di nav wê xirecirê de gotin:" Kevok qedexe ye. em ê wê berdin bila bifire here." Destê Dildar jê qut nedibû. Lê çi heyf bû ku tu tişt ji destê wî nedihat.

Gava serê sibehê gardiyan ji bo taştê gazî qawîşê kir, Dildar û hevalekî xwe berê xwe dabûn mutbeqê. Dema di qorîdora hebsê de diçûn, çavên Dildar bi teneka çopê ket. Bala xwe tev da ser wir. Lê mêzekir ku çend perî û baskên keskeşîn li qeraxa tenekê belawela ne. Tirsekê xwe berda ser dilê wî û nefesa wî çikiya. Xwe baş nêzî teneka çopê kir û li hundirê wê nihêrî; nihêrî û dît ku teneke bi per û baskên keskeşîn tije ye.

Yekcar ber çavên wî tarî bû. Êşek li ser rûye wî da. Mîna ku bikeve bîrekî bêbînî, aqil ji serî çû. Hîn awirên wî li ser bask û periyên hevala wî bûn. Bi heft dilan êşiya. Mîna ku guleyek li kezeba wî ketibe, jana wî di bibîkên wî de derbûn. Qîrînek bêdeng ji kurajiya dilê wî fûriya û di dîwarên qorîdorên hepsê de berz bû…


*Girtîgeha Aliaga/İzmir