Uçer bal kişand ser girîngiya zindîkirina çandeke bi tunebûnê re rûbirû û got: “Tenê ji bo nanê ku ez dixwim be jî, ez ê vî aşî bidim xebitandin.” Uçer da zanîn ku bi çêkirina coyên avê yên ku li ser robara Serêkaniyê yê li taxa Bejingirê, her 40 aş dixebitîn. Uçer diyar kir ku piştî ku sala 1986’an ava aş pê dixebitî wek ava vexwarinê ji bo Wanê hat veqetandin, êdî aş yeko yeko hatin sekinandin. Uçer got, piştî demekê aşên bi ceryanê ketin dewrê û ev jî bûn sedem ku êdî aşên dîrokî neyên xebitandin. Uçer destnîşan kir ku aş tevî coya Şamranê ya ku ji aliyê keybanûya Ûrartûyiyan Menûa (Semîramîs) ve hat çêkirin, hatine avakirin. Uçer got, ev aş bi avê dihatin xebitandin û wiha axivî: “Bi ava ku ji kaniyekê dihat 40 aş dixebitîn. Piştî Ûrartûyiyan kî hatibe vir ev aş xebitandine. Ji kalikên me ji bo bavên me, ji bavên me jî ji bo me mane.”
Aşvanî nehiştin
Uçer anî ziman ji van aşan 13 bi temamî tinebûne û 26 jê jî veguherîne kavilan, beriya bi 50 salan jî dihatin xebitandin. Uçer da zanîn ku gelek kes li van aşan dixebitîn û wiha axivî: “Dewletê dikaribû wê ava ku ji aşan derdiket jî bibirana bajêr. Piştî ku av veguherandin a vexwarinê gelek welatî hatin mexdûrkirin, aş hatin betalkirin.”
Jinûve avakirina aşan
Uçer da zanîn ku ji ber ku wî aş saz kiriye û niha lê dixebite, elaqeyeke zêde jê re heye û got, “Ji bo ku em vê çandê, vê dîrokê jîndar bikin me sala 2014’an aşê aîdî me, restore kir. Me ji 40 aşan yek jê da xebitandin. Piştî me da xebitandin kesên ku hay jê çêdibin tên. Ji bo nanê baştir û bisihettir bixwin arvanê xwe li vir çêdikin. Mirovên ku li tenduristiya xwe difikirin, genimê xwe tînin vir.” Uçer bal kişand ser girîngiya zindîkirina çandeke ku bi nemanê re rûbirû maye û got: “Tenê ji bo nanê ku ez dixwim be jî, ez ê vî aşî bidim xebitandin. Bi saya kevirê ku bi hêza avê digere, ji sedî sed arvanê bikelpik bi dest dikeve. Taybetmendiya aşên avî ew e ku di seradê de kelpik namîne.”
DÎHABER/WAN