
Ajansa nûçeyan a Firatê (ANF) heveyvînek bi Profesor Baskin Oran re kiriye. Em vê hevpeyvîna bi mohra Sedat Sûr bi hin şîrove û têbîniyên xwe yên ku ji bo fêmkirin û nirxandina ji pencereyeke Kurdî bi ya me girîng e, li jêr diweşînin. Hevpeyvîn li ser siyasetên qeyûmên dewleta Tirk ên şaredariyên Kurdistanê dagirkirî ye û fikrên Oran dide der.
Li bajar û navçeyên Kurdistanê ku bi destê qeyûman polîtîkaya bişavtin û Tirkkirinê tê meşandin, tabelayên bi Kurdî û zimanên din ên herêmê tên rakirin û navên cihan tên guhertin. Prof. Baskin Oran ev kiryar nirxandin û got, ev polîtîka nû nîne, niha ji aliyê AKP a Tirkperest-Îslamperest ve tê dubarekirin.
Prof. Oran diyar kir ku guherandina navê cihên li Kurdistanê nû nîne û got, “Di dîroka Tirkiyeyê de cara çaran, di dîroka Komarê de jî cara sêyan tê kirin. Cara ewilî Îttîhat û Terakkperwerên Tirkperest ev kirin. Salên 1930’î û piştî Darbeya 27’ê Gulanê, ev polîtîka Tirkperestiyê hate dubarekirin. Niha jî ji aliyê AKP´ya Tirkperest-Îslamperest ve tê dubarekirin.”
Rêbazên tinekirina miletan
Prof. Oran anî ziman ku ji bo tinekirin û Tirkkirina hindikahiyan, netewe-dewlet a Tirk serî li du rêbazên bingehîn daye û wiha dewam kir: “Ya yekemîn; destwerdana li navan e. Qanûna Paşnavan a bi hejmara 2525, ku 21’ê Hezîrana 1934’an hate qebûlkirin, dixwest hemû komên etnîkî yên Misilman ên ne Tirk, bi taybetî Kurdan nîne bihesibîne. Heman hewldana nedîtinê li hemberî komên ne Misilman jî hate kirin. Ji bo koma wan a etno-dînî nîşan nede, dest li paşnavê wan werda ku van kesan dixwest hilbijêrin. Hingê, karmendên nifûsê paşnavên weke ‘Turkoglû (Kurê Tirkan)’, ‘Ozturk (Tirkê Resen)’ li gelek Kurdan kirin. Ya duyemîn; destwerdana li navê cihê lê dimînin e. Vê polîtîkayê sala 1913’an dest pê kir, ku hingî Îttîhat û Terakkî dîktatorî îlan kiribû. Komarê jî ev polîtîka dewam kir û navê çem hwd. gund, bajarok, navçe, bajar û hwd. ên li gelek herêmên Tirkiyeyê guherandin. Navên yek ji sê parên 12211 gund, 4000 bajarok, her wiha 4000 cihên cografî yên bi zimanên Ermenî, Rûmî, Lazî, Gurcî, Çerkesî, Bûlgarî, Kurmancî, Dimilkî, Suryanî û Erebî hatin guhertin. Her wiha navên weke ‘kizil-sor’ ku komunîzmê tîne bîra mirovan hatin guhertin. Mînak navê Kizilçûllû ya li Izmîrê kirin Şîrînyer.”
Bişaftin çareser nake
Di dewama axaftina xwe de Prof. Oran destnîşan kir, ku nepêkan e doza Kurd bi polîtîkayên bişavtinê were çareserkirin û got, “Bişavtin-asîmîlasyon ew tişt e, ku dewlet hiş û bîra civakî tine dike û nasnameya hindikahiyan/ên din ji holê radike. Ev kar ji aliyê ‘bazara aboriyê ya neteweyî’ ve tê kirin, ku ev yek mirovên li welatekî di bin sîwana çand û ziman de dicivîne. Ji ber ku karê bingehîn ê mirovan aborî ye. Ev kar jî çand û ziman bi xwe re dibe.”
Prof. Oran bi bîr dixist, di mijara têkiliya navbera bişavtin û hişmendiya hindikahiyan de pîvaneke ji pola ya kronolojîk heye û wiha dewam kir: “Eger bazara aboriyê ya neteweyî beriya hişmendiya hindikahiyan bê avakirin, hingî pêkan e ku hindikahî bê bişavtin. Ji ber ku bandora xurt a vê bazarê dikare pêşî li avabûna hişmendiya hindikahiyan bigire. Lê belê eger bazara aboriyê ya neteweyî piştî hişmendiya hindikahiyan ava bûbe, hingî şensê bişavtinê nîne. Berevajî vê, hewldanên bişavtinê yên dewletê wê nerazîbûnê zêde bike û hişmendiya hindikahiyan xurt bike.” Li vir ya ku Oran bala dikişîne ser bîreweriya neteweyî ya neteweyên ne Tirk e. Ji ber wê jî divê mirov îfadeyên Oran di peywenda aîdiyeta wî ya neteweyî-etnîkî de bixwîne, ku dewleta netewe ya Tirk hişyar dike.
‘Bişaftinê dema xwe şaş kir’
Oran di vê peywendê de anî ziman ku hişmendiya Kurdîtiyê ya li Tirkiyeyê herî dereng di destpêka salên 1960’î de derkete holê û diyar kir ku bazara aboriyê ya neteweyî jî di dema Ozal de, yanî di dawiya salên 1980’yî de ava bû. Oran got, “Bi gotineke ku jê bê fêhmkirin, em wiha bînin ziman. Bazara aboriyê ya neteweyî ji bo Tirkiyeyê tê vê wateyê, Sarinca li Stenbolê tê çêkirin li Colemêrgê, penêrê sîrik ê li Colemêrgê tê çêkirin li Stenbolê her tim bê peydekirin.”
Profesor Oran dibêje hewldanên niha yên bişaftinê, ji bilî tûjkirina hişmendiya Kurdîtiyê bi kêrî tiştekî din nayê. Oran dema wisa dipeyive, aliyê zilmê yê meseleyê piştguh dike. Di rastiyê ev siyaset zilm in û li miletekî tên kirin. Tevî ku wê bi bîrewerî û berxwedana miletê Kurd van siyasetan bi bin bixin jî, çawa ku em ji êşkence û şewitandina gundan re dibêjin, zilm, divê em navê zilmê li van siyasetan jî bikin û miameleya mezlûman li mexdûran bikin, ku Baskin Oran di hevpeyvînê de berê awirên xwe nadiyê.
Vê kêmasiya xwe Oran, dema behsa zarokên Kurd ên ku hêzên dewletê tîşortên bi ala Tirkan li wan kirin û ji Şirnexe ew birin Ordûyê xwestiye telafî bike, û li wir dibêje, mirov dikare vê yekê şîrove bike ji bilî ku xeberên derveyî terbiyeya amî ya mirovan bike.
ANF/IZMÎR