Salîhe Munîr ku bi navê Rûken Botan dihate naskirin, sala 1999’an ji dayîk bûye. Salîhe dibistana seretayî qedandiye û ji ber mercên zehmet ên aborî perwerde terikandiye. 

Salîhe ji ber hezkirina wê ya zêde ji hunera folklorê, dîlan û şanoyan re sala 2008’an tevlî Koma Sarya Cûdî ya bajarê Qamişo bû. Hingê ji ber zextên rêjîmê kêm kesan dikarîbû xebatan bidin meşandin. Piştî du salan ew tevlî Koma Şanoyê bû. Yekemîn lîstika şanoyê ya ku wê cihê xwe tê de girtiye, şanoya Sînemaya Amûdê bû. Wê demê bi awayekî veşartî û di nav şert û mercên pir zehmet de ew şano hate organîzekirin.

Salîhe bêyî ku kes pê bihese li malê xuşka xwe ya biçûk û gelek xort û keç perwerde dikirin. Jiyana wê tenê di çarçoveya hunerê de nema, wê di destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê de berê xwe da navendên perwerdehiya zimanê Kurdî. Ew du salan li pey hev perwerde bû û bû mamosteya zimanê Kurdî.


Di şoreşê de armancên wê mezin bûn

Sala 2012’an piştî ku rewşa herêmên Rojavayê Kurdistanê kêmekî aloz bû û li bajarê Serêkaniyê şer qewimî, Salîhe û bavê wê rihê xwe kirin yek û beşdarî nava refênhêzên Yekîneyên Xweparastinê bûn.

Salîhe di nava refên Yekîneyên Xweparastinê de di warê ramyarî û leşkerî gelekî perwerde bû û bi erkên birêvebirinê jî rabû.

Sala 2013’an, piştî ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hate damezirandin, Salîhe cihê xwe di nav de girt û beşdarî şerê destpêkê yê li bajarê Serêkaniyê bû. Wê li rex hevalên xwe Umer Xanîka, Elefteriya, Seydo Qamişlo û Serhed Qamişlo yên pakrewan, şerê komên çeteyan kir.

Bavê Salîhe Munîr, Murad di destpêka şoreşa Rojava de xwe gîhand keça xwe û tevlî yekîneyên parastinê bû. Munîr dibêje ku keça wî Salîhe, li gelek eniyên Rojava wekî Serêkaniyê, Til Elo, Ebû Diyab, Rawiya, Til Îd, Hedad, Til Marûf û herî dawî Aliya şerê komên çete kiriye. Salîhe û hevalên xwe yên şervan beriya ku gulana par li gundê Aliya şehîd bibin, şerekî dijwar li hemberî çeteyan kirin.

Şeva beriya ku şehîd bibe, bi hevalên xwe re silav ji bavê xwe re şandibû. Ew kêlî tu caran ji bîra Munîr naçe.


Xew bi çavên wê nediket

Nadiya Îzeddîn Ebdullah, hevala Salîhe ye, li gelek eniya bi hev re mane û şerê çeteyan kirine. Nadiya ku dema behsa Salîhe dikir û bîranînên xwe pê re tanî ziman, rondik ji çavên wê dibariyan.

Nadiya diyar kir ku Salîhe li şûna hevalên xwe nobeta parastinê digirt û got: “Ji ber êrîşên giran ên çeteyan, me nobeta parastinê digirt. Hin ji me radiketin û hinan jî nobet digirt. Lê Salîhe li şûna me nobet digirt. Min rojekê jî nedît ku ew westiyaye an jî aciz bûye. Hertim ji hevalên xwe re digot ‘Em ê rojekê bimrin. Bila em bi rûmeta xwe li ser xaka xwe bimrin.”



ŞÎNDA EKREM/ANHA/QAMIŞLO