Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê têkildarî civînên li paytexta Qezaxistanê Astanayê pêk bê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Desteya rêveber helwesta Rûsyayê rexne kir û got, ew şaşiyan dubare dike. Desteyê anî ziman ku hêzên doza mafên gelan û aştiyê dikin ji civînê tên dûrxistin. Desteyê bi bîr xist ku ew civîn bi ser nakeve û ew ê bi berxwedana xwe Pergala Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriye ava bikin. 

Desteyê di daxuyaniya xwe de wiha îşaret bi mijarê kir: “Tevî berxwedana mezin a pêkhateyên Bakurê Sûriyê û di serî de ya gelê Kurd, û şerê ku li dijî komên terorist û tarî yên êrîşî herêmê kirine, ji aliyê wan ve hatiye meşandin, heta niha ji civînên danûstendinên bi navê çareserkirina aloziya Sûriyê têne dûrxistin. Pêkhateyên Bakurê Sûriyê û di serî de gelê Kurd ji bo pêkanîna aştiya navxweyî û jiyana hevbeş gelek tekoşîna demokratîk meşandine û nimûneya hemû Sûriyê pêk anîye.“

Rûsya şaşiyan dubare dike

Desteyê got, Rûsya şaşiyên xwe didomîne û wiha dewam kir: “Di civînên danûstendinê de ti projeyên çareserkirina giştî ji aloziya Sûriyê nehatiye pêşniyazkirin. Hêzên demokratîk û aştîxwaz beramberî razîkirina Tirkiyeyê û hêzên dijbereya doza gelan dikin, dûr dixin. Di civînên Cenevre 1, Cenevre 2 û Cenevre 3 de heman şaşî hate kirin. Niha jî û dema behsa civîna Astanayê tê kirin, heman şaşî ji aliyê Rûsiya ve tên kirin.

‘Binpêkirina maf e me ye’

Em wekî pêkhateyên Sûriyê ji Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Turkman, Ermen û herwekî din dibînin ku ne beşdarbûna me wekî hêzekê li ser maseya hevdîtinan, binpêkirina mafê me ye. Ji ber me bi berxwedan û hêza xwe gelek gavên dîrokî di asta siyasî, civakî û leşkerî de bi dest xistine. Ji hemû hêzan zêdetir mafê me heye ku em beşdarî civîna Asatana bibin. Di heman demê de Hêzên YPG, QSD û YPJ’ê ji DAÎŞ’ê beşek mezin rizgar kirin. Ew hêza herî guncawe ku di çareserkirina siyasî de beşdar bibe.”

‘Bêyî me bi ser nakeve’

Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê got, ji ber vê yekê ew radighînin ku civîna Astana wê wekî civînên beriya xwe biser nekeve û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Biryarên ku ji civîna em tê de ne beşdar in, derkevin, me elaqedar nakin. Em ê di berxwedana xwe ya li dijî hêzên tarî û terorîstan de bi ser kevin û em ê sîstema federaliya demorkatîk a Bakurê Sûriyê ava bikin.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN