Di çarçoveya Komeleya Tîrêj a taybet bi astengdaran de, duh li parka Kobanê şahiyek li dar xist. di şahiyê de ‘Koma Hêvî’ hate avakirin. Koma Hêvî ji van kesan pêk tê: “hunermendê gelêrî yê navdar Hafizê Kor, tembûrvan Zehra Şêxî, sazmend Ehmed Eladîn, tembûrvan û gîtarîst Mustefa Eladîn û xwendekarê zanîngehê Mihemed Mihemed.” Evan kesan hemû kor in.
Hevserokê Komeleya Tîrêj a Astengdaran a herêma Kobanê Nîhad Mihemed derbarê mijarê de diyar kir ku armanca wan ji avakirina vê komê ew e ku xuliqkariyên van astengdaran derbixin holê û pêşve bibin. Mihemed destnîşan kir ku bi vê gavê ew hewl didin ronahiyê bi şêwazekî din bi wan bidin dîtin.
KOBANÊ