Desteya Jin a Kantona Cizîrê di 8’ê Sibata 2015’an de li taxa Qedûrbeg a bajarê Qamişlo Navenda Cîhana Zarokan a Astengdaran vekir. Di destpêka vekirina navendê de nêzî 20 zarokên astengdar ku temenên wan di navbera 2 û 12 salan de bûn hatin qeydkirin.
Navend ji aliyê kadroyekî ku ji 12 mamosteyên pispor ve tê birêvebirin û bi hemû hêza xwe hewl dide afrîneriya zarokên astengdaran bi pêş bixe û wan perwerde bike.
Niha di navendê de 58 zarokên astengdar ên ji hemû pêkhateyên bajêr hatine qeydkirin. Kadroya navendê û mamosteyên pispor bi şêwazên taybet danûstandina van zarokan dikin û wan perwerde dikin. Her wiha bi hemû hêza xwe hewl didin van zarokan bi awayekî normal beşdarî civakê bikin.
Ji bo ku hêz û pêşketinên zarokan bêne naskirin di gelek ezmûnan re derbas dibin û çavdêriya liv û şêwazên danûstandina zarokan ên wekî xwarin têkliyên bi derdora xwe re dikin. Zarok li gorî vê yekê di navendê de tên qebûlkirin an jî ji navendê tên derxistin.
Navend rewşa zarokên astengdar dabeşî 5 rewşan dike û her rewşeke ji van jûreyeke taybet ji wan re tê veqetandin û çavdêriya van jûreyan jî mamosteyên pirspor dikin. Piraniya zarokên di navendê de hatine qeydkirin bi nexweşiyên wekî Down (Mengolî), tenatî û hin nexweşiyên mêjî ketine.
Bi piştgiriya Desteya Jin
Zarok di navendê de gelek wane û çalakiyên curbecur ên wekî nivîsandin, bilêvkirina tîpan, lîstokên ku bîra wan pêşdixe, waneyên xêzkirin tên dayîn. Her wiha mehane pêşbirkek ji bo bilindkirina moralên zarokan û piştgirtiya wan di fêrbûnê de tê lidarxistin.
Derbarê mijarê û alîkariyên ku Navend û Desteya Jin bi zarokan re dike de Rêvebera Navendê Neda Îbrahîm got ku Desteya Jin hemû pêdiviyên perwerdekirina van zarokên astengdar ji wan re peyda kirine û birin û anîna zarokan jî girtiye ser xwe.
Guhertinên erênî çêdibin
Neda got ku ji destpêka vekirina vê navendê ve wan guhertineke mezin di rewşa gelek zarokan de dîtiye û ew bi hemû hêza xwe hewl didin rewşa zarokan di hemû aliyan de pêş bixin.
Neda wekî mînak got ku di navendê de zaroka bi navê Lava Hito ya 12 salî bi nexweşiya tenatiyê ketibû û di 6 mehan de gelek guhertin di rewşa wê de çêbû û wiha domand: “Armanca me pêşxistina afrîneriya zarokan e. Tevî ku yek ji nexweşiyên herî zehmet tenatî ye, lê dîsa jî me karibû alîkariya Lava Hito bikin û niha bi zarokan re dilîze û ji tenêtiya xwe vebûye.”