Pervîn Aylîna 40 salî ku di sêsaliya xwe de felca zarokan derbas kir astengiyên li pêş xwe yek bi yek rakir û îmze avêt bin serkeftinên mezin. Aylîna ku li Amedê dijî ji bo mafên astengdaran biparêzere û pirsgirêkên wan bîne rojevê komeleya astengdarên fîzîkî ava kir. Aylîn diyar kir ku komeleya ku wan di encama gelek zehmetiyan de vekirine rastî eleqeyeke mezin tê. Aylîn diyar kir ku ji ber bêderfetiyan tenê beşa basketbolê heye û gelek hevalên wan tenê dikarin tevlî vê beşê bibin.
Aylîn anî ziman ku piştî wan komele vekir û 5 sal ji ser re derbas bû wan beşa sporê vekiriye û got; "Astengdar li nava malê wekî di girtîgehê de bin dijîn ji bo ez wan ji vê rewşê xilas bikim ez ketim nava lêgerînê. Rojekê li Amedê ji bo em îqna bikin çûn malekê. Min ji malbatê re got keça we di beşa avêtinê de dikare xwe pêş bixîne. Malbatê jî ji min re got; çima tu nakî? li ser vê yekê min jî malbat mafdar dît û dest bi beşa sporê ya avêtinê kir."
Aylîn anî ziman ku wê di 35 saliya xwe de dest bi vê beşa sporê kiriye û wiha axivî: "Ji min re digotin ji ber ku tu hem astengdarî û hem jî jinî nikarî bikî. Min heta demekê di meşa avêtinê de perwerdehî dît û xwe pêş xist. Destpêkê ketim pêşbirkan. Nêzî 50 madalyayên min hene. Ji ser 30'an de kupa û plaketên min hene. Li her welatê ku ez çûmê min 2 kupa anîn. Herî dawiyê di şampiyona avêtinê ya astengdarên cîhanê de ez bi 30 puanan re dîsa vegeriyam Tirkiyeyê."
Aylîn diyar kir ku ; her astengdarek dikare xwe di beşek a sporê de pêş de bibe. Aylîn bi van hevokan dawî bi axaftina xwe anî: "Ji ber ku rewşa aboriya gelek astengdaran nebaş e, nikare tevlî vê xebatê bibe. Divê rayedarên dewlet li hemberî vê rewşê xemsar nêzî nebe. Ez dixwazim di werza havînê de ji zaorkên astengdar re antrenorluyê bikim. Lê di peydakirina çavkaniyan de zehmetî dijîm." 

DÎHA/AMED