Dema ku mirov bi dilekî saf difkire, mirov dibêje, ji pêkhatina aştiyê hêsantir tiştek tune ye. Ji ber ku her tişt li çavan e, aliyên şer diyar in, sedema şer jî diyar e. Dema ku sedemên şer ji holê rabin, dê aliyên şer li hev werin û mesele biqede.

Ji  ber vê yekê jî dema ku ez li nîqaşên stratejîstên Tirkan temaşe dikim êş dikeve serê min. Her wekî mirovek dema ku nexwaze tiştekî bike, xwe li giraniyê datîne, bi gotinên vit û vala mirov diewiqîne, gotin û nirxandinên wan jî bi min wisa tên.
***
Lê rastiyeke din jî heye ku şer di giyanê mirovan de birînên kûr vekirine, her du aliyan jî berdêlên giran dane. Bi ser de jî gelek hêz û dînamîk ketine nav vî şerî û bidawîkirina şer li hesabê wan nayê.
Di vî şerî de Kurd doza mafên xwe dikin,  parastina hebûna xwe dikin. Li hemberî wan pergaleke ku dixwaze wan daqurtîne heye, aşê ku serê mirovan dihêre her tim li ger e. Kurd li dijî vê pergalê li ber xwe didin, dixwazin vê pergalê biguhêrin. Xwediyên vê pergalê jî bi bîr û baweriya ku divê ji gelên li ser vê xakê neteweyeke yekreng û yekdeng pêk bînin tevdigerin. Ev pergal nêzîkî sed salî ye di rewacê de ye, xwediyê vê pergalê bi rê û rêbazên cur bi cur ji xwe re bingehek ava kiriye.
***
Civak li gorî daxwaz û pêdiviyê vê pergalê hatiye hêvotin û perwerdekirin. Li hemberî vê pergalê bi tenê kelemek maye, ew jî berxwedana Kurdan e.   Ev rewş pêkhatina aştiyê dijwartir dike.
Li aliyê din, xwediyên pergalê yên nû jî êdî dibînin ku vê pergalê nikarin bi rengê berê, bi awayekî tund û hişk bidomînin, her wiha hêzên navneteweyî jî êdî vê pergalê li dijî berjewendiyên xwe dibînin.
Pîvanên vê pergalê êdî li dijî berjewendiyên wan in, rê li ber liv û tevgera wan a di nava Tirkiyeyê de digire. Lewre jî hem xwediyên nû yên pergalê, hem jî hevalbendên wan ên navneteweyî êdî dixwazin pergal nerm bibe; mafên kes û koman ên takekesî bipejirîne, desthilatiya pergalê bi awayekî nû were domandin. Lê ew pergala nû jî birîna Kurdan derman nake. Desthilatdar jî ji çareseriyeke rasteqîn re ne amade ne. Ev yek jî li ber aştiyê kelemek e.
Li hemberî vê yekê Kurd dixwazin vê pergalê biguhêrin, lê di nav Kurdan de jî di vî warî de lihevkirineke ji sedî sed nîn e.  Hinek Kurd dixwazin pergala netewe-dewletê li welatê Kurdan jî were avakirin, Tirk ji wir derkevin û “Kurd” li ser xaka xwe bibin xwedan dewlet û desthilatî. Li gorî baweriya wan divê desthilatî di destên “Kurdan” de be. Ew Kurd dê kî bin, ji kîjan çîn û tebeqeyê bin, ji kîjan bîr û baweriyê bin, pir zêde qala wê nayê kirin.
***
Ev pergal dê nasnameya Kurdan û zimanê Kurdan ji berzebûnê rizgar bike, lê belê ew pergal jî nikare birînên gelan derman bike. Her wiha avakirina vê pergalê dê demeke pir dirêj bigire û rê li ber şerekî dijwar veke.  Lewre ev pergal jî li ber aştiyê astengek e.
Ji ber van sedeman divê pergala nû hem mafên neteweyî yên Kurdan mîsoger bike, hem jî derfetê bide ku gelên ku di nav sînorên Tirkiyeyê de jî karibin ji bo mafên xwe yên demokratîk û ji bo azadiya xwe bi rê û rêbazên demokratîk, bêyî kuştin û xwînrijandin xwe rêxistin bikin û pergala xwe bi rêbazên demokratîk ava bikin.