Şêwekara Kurd û aktîvîst, Atena Daemî ku ji ber xêz û xebatên xwe yên polîtîk ji aliyê rejîma Îranê ve hat girtin, ji ber greva birçîbûnê ya li dijî binpêkirina mafan ya li zindana Evînê, bi hinceta ‘aştiya girtigehê xera dike’ dîsa tê darizandin. Siheta Atena ya hat sirgûnkirin, jî rê li ber fikaran vedike.

Atena Daemî ji ber xebatên xwe yên siyasî cotmeha 2014’an hat girtin û kirin girtîgeha Evînê. Atena 86 rojan hat tecrîdkirin. Adara 2015’an bi biryara ku dadgeha rejîmê a Tehranê di nava 15 deqeyan de 14 sal cezayê girtîgehê lê birrî. Piştre cezayê wê daket 7 salan. Atena ku hîna li girtîgeha Evînê ragirtiye, 8’ê Nîsanê li dijî binpêkirinên xerab yên mafan li girtîgehê, ketibû grevê û vê çalakiyê heta 31’ê Gulanê dewam kiribû. Derbarê Atenayê de bi hinceta ‘aştiya girtîgehê xera kiriye’ darizandinek duyemîn dest pê kir.

Li gorî agahiyên malbat û parêzeran; Atena sirgûnê koxuşeke din hatiye kirin. Rêveberekî girtîgehê agahî daye rêxistinên mafên mirovan û daye zanîn ku midûrê zindanê Abbas Xanî hewl dide li hemû girtiyan êşkenceyê bike. Her wiha Atena ya dermanên xwe jî nikare bigire ji ber greva birçîbûnê nexweşiyên wê nayên dermankirin.

Atena Daemî jî bi xebatên xwe yên li ser zarokên Kobanê û Xazeyê hat nasîn. Sala 2014’an ji ber xebatên siyasî hat girtin. Li şûna 51 rojan, 86 rojan hat tecrîdkirin. 28 rojan di hucreyê de hat ragirtin. Sala 2015’an dadgeha rejîmê li Tehranê 14 sal cezayê girtîgehê lê birrî. 


 TEHRAN