Ji aliyekî din ve çalakvanên Sûriyeyê xwe ji bo roja ‘hêrsê’ amade dikin da ku bersiva helwesta hikûmeta Rûsyayê bidin û bang lêb ikin ku dest ji piştgiriya rejîma Esad berde û nebe asteng li pêşiya biryareke navnetewî ya derbarê Sûriyeyê de.
Her wiha gelek welatiyên sûrî li Paytexta Belcîka, Brukselê li ber sefaretxaneya Rûsyayê xwepêşandanek lidarxistin û bang li hikûmeta Rûsyayê kirin ku helwesta xwe ji rejîma Esad biguherîne. Konseya Mafê Mirovan a girêdayî Netewên Yekbûyî roja duşemê da xuyakirin ku wan heyetek ji 3 kesan pêk tê hatiye avakirin ku rewşa Sûriyeyê ji nêz ve bişopîne. Her wiha bang li serokê Sûriyeyê hate kirin ku ji vê heyetê re bibe alîkar. Di navberê de li gorî daxuyaniyeke Netewên Yekbûyî hejmara kesên ku di xwepêşandanên li Sûriyeyê de hatine kuştin gihaye 2600 kesî. Li gorî çavkaniyên dewleta Sûriyeyê ev hejmar hinekî tê guhertin. Buseyna Şaban, şêwirmenda Beşar Esad di serdana xwe ya Moskow’yê de gotibû ku hejmara kesên hatine kuştin 1400 kesin, 700 kes ji çalakvan û xwepêşandêran e û 700 kes jî endamê hêzên ewlekariyê ne.
ŞAM