Midûrtiya Şaxa Perwerdeya Pîşeyî a bi ser Serokatiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo pîşeyên li ber jibîrbûnê dîsa vejîne û belav bike û her weha ji bo ku pê mirova karibin debara xwe bikin, atolyeya rêstina poşî û berikan vekir. Atolye li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê ye û kesên dixwazin jê sûdê wergirin, dikarin qeyda xwe bikin.
Dibe îmkana debarê
Seroka Daîreya Karên Civakî Semra Kiratli, der barê xebatên atolyeyê de agahî dan û eşkere kir ku di bin banê Midûrtiya Şaxa Perwerdeya Pîşeyî de Atolyeya Rêstina Poşî û Berikan hatiye damezrandin. Kiratli, diyar kir ku ev atolye bi taybetî ji bo ku jin karibin debara xwe bikin, hatiye vekirin û got, ew ê di atolyeyê de perwerdeya pîşeyî bidin û hêza kar derxin pêş.
Kiratli, eşkere kir ku rêstina poşî û berikan li vê herêmê tevahiya dîrokê bi awayekî çandî û kevneşopî dewam kiriye û got, bi pêşketina endusrtiyê re ev pîşe ber bi nemanê ve çûye. Kiratli, da zanîn, ew ê li atolyeyê perwerdeyê bidin beşdaran da ku fêrî vî pîşeyî bibin û ew bi xwe atolyeyên xwe saz bikin.
AMED