Atalyeya Çand û Hunerê ya di bin baneyê Şaredariya Farqînê de xizmeta çandê dide, di dawiya hefteyê de dersên çand û hunerê didin zarok û ciwanan. Atolyeya ku 6 salin rastî eleqeyek mezin tê, niha dersê dide 300 xwendekaran. Zarokên temenê wan di ser 10 salî re bixwazin xwe li kijan atolyeyê qeyd bikin dikarin bê pere jê sûdê bigirin û dersê bibînin. Atolyeya Muzîkê niha dersê dide Koma Arên Med a ji 4 kesan pêk tê, Koma Zembîlfiroş a ji 5 kesan tê û koma denngbêjan. Atolye, niha xwe amade dike ku ji koroya mezin a ij jin û mêran pêk tê ava bike.
Berpirsiyarê Atolyeya Muzîkê û mamosteyê Kemanê Serdar Baysal, anî ziman ku armanca wan ciwanên Farqînê bi çand û hunerê re bidin naskirin û aliyê wan ê çand û huinere pêş bixe. Baysal, anî ziman ku di aliyê axaftin û diyalogê de tu pirsgirêkağn najîn. Baysal, anî ziman ku ligel çanda feodalîzmê li herêmê serdest e jî dîsa beşdariya jinên ciwan zêde ye û ji vê yekê gelek kêfxweş in. Baysal, da zanîn ku hin caran di bicihkirina koman de malbat pirsgirêkê derdixin. 

‘Em dê koroya mezin ava bikin’

Baysal, anî ziman ku xwe amade dikin ku ji bo pêşerojê koroya mezin a ji jin û mêran pêk tê ava bikin û wiha got: “Divê di vê koroyê de dengê jinê jî heme. Ger ku malbat destûr nedin jî em dê malatan îkna bikin. Divê teqez jin di nava vê koroyê de cih bigirin. Em di bin baneya Şaredariya Farqînê de xebatên çandê de dimeşînin.” Baysal, destnîşan kir ku di pêşerojê de armanc dikin ku ji bin baneyê Şaredariya Farqînê derkevin û serbixwe Navenda Çand û Hunerê ya Farqînê ava bikin û wiha berdewam kir: “Em dixwazin di nava hefteyê de û hem jî di dawiya hefteyê de dersê bidin. Niha eleqeyek baş heye. Em ji eleqeya ciwanan kêfxweş in.”

Li Atolyeya Şanoyê jî hefteyê 40 saet dersa şano tê dîtin. L vir dersa dîroka şano naveroka lîstikê tê dayîn. Di atolyeya muzîkê de jî dersên tembûr, gîtar, keman, dersên nota ji bo zarokan tê dayîn. Di atolyeya resîmê de jî dersên pênûsa resen, boyax, roproduksiyon û serbest dixebitin. Dîsa atolyeyên folklor û reqsên herêmê jî tên dîtin.

  AMED