Li Atolyeya Şanoya Kurdî ya li Stenbolê 16’ê Sibatê dersan dest pê kir. Mamosteya atolyeyê şanoger Berfîn Zenderlîoglû rexneyeke giştî jî kir û got, “Heger Kurdî venaguhere çanda şanoyê, hingî di vê yekê de berpirsyariya her kesî heye.”

Şanoger Berfîn Zenderlîoglû bi atolyeya şanoya Kurdî hem dixwaze şanoyê bi zimanê dayikê bide hînkirin hem jî ji bo dema bê kadroyeke şanoya Kurdî ava bike.Dersên şanoyê ji 16’ê Sibatê ve li Kay-Der a li navçeya Stenbolê Kadikoyê tên dayin. Heta niha herî kêm 30 kesî ji bo dersên şanoya Kurdî miracaet kiriye. Berfîna ku ji 2004’an ve şanoger e, yek ji damezrînerên Peformansa Şermola ye ku beriya niha ava bûbû û piştre hatibû girtin. Berfîn Zenderlîoglû niha derhêneriya şanoyê dike û lîstikên bi Kurdî dinivîsîne.

Armanc atolyeyên li Kurdistanê ne

Li ser destpêkirina vî karî li Stenbolê, Berfînê got, “Demeke dirêj bû ku min dixwest karê lîstikvaniyê bikim. Me xwest giraniyê bidin bajarên Amed, Wan, Bedlîs û Mêrdînê û li wir bixebitin. Em bi mirovên li wir re axivîn, lê belê fon girîng bû. Bi salan  e ku ez bi zimanê dayikê şanoyê dikim. Ji aliyekî ve jî min xwest piştgiriyê bidim şanoya Kurdî. Di nava hewldaneke wiha de me nekarî bingehekî daynin. Em dixwazin van atolyeyan li derveyî Stenbolê jî ava bikin. Ji ber ku piştgiriya me nehat kirin, me jî got çima em li Stenbolê ava nekin û bi vî rengî me dest pê kir.”

Meydaneke vala heye

Têkildarî karên li atolyeyê got, “Wê ji bo çar mehan her roja Yekşemê hebe. Zimanê atolyeyê wê Kurdî be. Di nava demeke kurt de 30 kesî serî li şanoya Kurdî da. Me di 16’ê Sibatê de dest pê kir. Ev hejmar gelekî girîng e. Bi vî rengî wê hinek dest pê bikin, piştre yên din jî dewam bikin. Ciwanên ku bi şanoya Kurdî re elaqedar in, gelek in.”

Zenderlîoglû ji bo armanca vî karî jî got, “Ez dixwazim şanoya Kurdî xurtir bikim û kêm jî be, bidim nîşan. Li aliyê din tiştekî gelekî hêja ye ku bi zimanê xwe yê dayikê serkêşiyê ji lîstikvanan re bikim. Di vê mijarê de meydaneke gelekî vala heye. Heger em ê vê valahiyê danegirin wê kî dagire? Di vê çarçoveyê de min dest bi kar kir.”

Her kes divê xwe berpirsiyar bibîne

Bi dewamî Zenderlîoglû got, “Pirsgirêkeke cidî ya rêveberiyên xwecihî heye ku ji aliyekî ve qala perwerdeya bi zimanê dayikê dike, lê li aliyê din ji bo karên çand û hunerê hewldaneke xwe ya cidî nîne. Heger şano veneguherîbe çandekê di vê yekê de rola her kesî heye. Em di nava bêmecaliyê de derfetan diafirînin. Divê em piştgiriya vê yekê bikin. Divê ji bo vê çandê kar bê kirin û piştgiriya wê bê kirin.”

 

ANF/STENBOL