DENÎZ ÎKE/ANF/AMED
Hunermend Gever: Divê muzîka Kurdî weke salên 90’î pêşengtiyê ji civakê re bike. Divê hunermend vegere civakê û berê xwe bide civaka xwe. Hunermend divê berdevkiya gel bike û ji daxwazên gel re bibe bersiv.Hunermendê Kurd Mesûd Gever ku bi pirranî kilamên dengbêjiyê dibêje, diyar kir ku kaniya çand û hunerê Kurdan dengbêji ye. Gever anî ziman ku muzîk yek ji amûrên sereke yên têkoşînê ye.
Gever, dibêje di zarokatiya xwe de ji ber elaqederbûna ferdên malbatê yên ji bo dengbêjiyê, bandor li wî bûye, û wî dest bi karê huner kiriye. Gever da zanîn ku li gund dema şahî û dîlan çêdibûn, bav û birayên wî tevlî şahiyan dibûn û heskirina wî ya ji bo dengbêjiyê jî zêdetir bûye. Gever anî ziman ku bi taybetî jî bandora herêmê li ser wî kiriye û wiha axivî: “Muzîk herikîna jiyanê bi xwe ye. Ji bo erdnîgariyê, xweza, gul û sosinan av çawan be, ji bo civakê jî mûzîk heman tişt e. Li cihekî dema ku av tinebe, mirov nikare qala xwezayeke şîn û rengîn bike. Civak û xweza xwe bi rengê muzîkê pênase dike. Muzîk zimanê civakê yê bingehîn e.”
Muzîk ji amûrên têkoşînê ye
Gever, di çand û hunerê Kurdan de rola muzîkê nirxand û wiha pê de çû: “Muzîk ji bo Kurdan amûreke tekoşînê û xweîfadekirinê ye. Kurd hest, raman û bîrdoziya xwe bi muzîkê rave dikin. Kaniya çand û hunerê Kurdan dengbêjî ye. Di dengbêjiya Kurdî de hemû aliyên civakê cihê xwe digirin. Kurdan çanda xwe bi dengbêjiyê, bi awayekî zelal raxistiye ber çavan. Dengbêjên Kurd hem dîroka Kurdan a nehatî nivîsîn, hem jî wêjeya Kurdan a devkî ji civaka Kurd re vegotine û dîroka Kurdî zindî hiştine.”
Şoreşê huner jî vejand
Gever got, bi saya Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ya 40 salî, muzîka Kurdî zindî bûye û wiha peyivî: “Bi agirê şoreşê re çand û hunerê Kurdan geş bû. Di wê demê de kilam, stran, helbest, şano û folklora Kurdî têr û tijî bû û xebatên dewlemend hatin afirandin. Di vê demê de li gel hemû pêşketinên teknolojiyê jî di muzîka Kurdî de xitimandinek heye. Divê muzîka Kurdî weke salên 90’î pêşengtiyê ji civakê re bike. Divê hunermend vegerin civakê û berê xwe bidin civaka xwe. Hunermend divê berdevkiya gel bike û ji daxwazên gel re bibe bersiv.”
Kaniya dilê dengbêjan evîna xaka welat e
Gever da zanîn ku bi pirranî ew kilamên herêma Botan û Serhedê distrê û got, “Yek ji kaniyên çand û hunerê Kurdan, dengbêjên Kurd ên nemir ên herêma Botan û Serhedê ne. Serhed û Botanê malovaniya wêjeya Kurdî ya ne nivîskî kiriye û heta roja me ya îro ev dewlemendî parastiye. Ez kilamên dengbêjiyê yên Botan û Serhedê distrêm. Hemû aliyên Kurdistanê xwedî dewlemendiyeke mezin a çandê ne. Dengbêjî ti sînoran nas nake û dewlemendiyeke bêdawî ye. Di dil û ruhê dengbêjên Kurd de evîna xaka welat hebû û bi vê evînê kilam distrandin.”