
Li ser Çemê Ava Spî zêdehî 70 kargeh hene û zêdehî hezar kes li vir derbara xwe dikin. Ji karsazan xwendekarê zanîngehê Bahoz Yavu, diyar kir di salên dawî de li Ava Spî kargehên betonarme hatin çêkirin û ev yek dîmenek nebaş e û wiha got: "Ava Spî oksîjena herêmê ye. Mafê tu kesê nîn e ku oksîjena herêmê jehrî bike."
Piranî herêm û di serî de jî Mêrdîn û navçeyê Mêrdînê û bajarên derdorê gelek kes ên Ava Spî ziyaret dikin. Ava Spî di nav sînorên navçeya Midyad a Mêrdînê de ye û li ser Ava Spî zêdehî 70 kargeh hene û kargehan ji havînê re "Merhaba" da.
Ava Spî ya li sêgoşeya Nisêbîn, Midyad û Mêrdîn ji sala 1987'an heta 1992'yan xizmet da û piştî di sala 92'yan de gund hatin valakirin heta sala 2002'yan ximzet ji gel re neda. Piştî di sala 2002'yan de careke din li ser Ava Spî kargeh ji xizmetê re hatin vekirin. Ji sala 2002'yan heta niha zêdehî 70 kargeh xizmetê didin û zêdehî hezar ker derbara xwe li wir dike.
'Ji bo xwendekaran çavkaniya dabarê'
Xwediyê kargeha Bahoz Xwendekarê Zanîngeha Enqere Bahoz Yavuz, diyar kir ku ji sala 1987'an heta niha bi malbata xwe re li wir dixebite lê di sala 92'yan de ji ber valakirina gund koçberî Nisêbînê bûn. Yavuz, anî ziman ku heta sala 2002'yan Ava Spî ji aliyê dewletê ve weke herêma "Ewlehiyê" hate qedexekirin û wiha got: "Piştî sala 2002'yan xwediyên kargehan careke din kargehên xwe ji xizmetê re vekirin. Lê dewletê tu alîkarî neda me." Yavuz, da zanîn ku ew mehên havînê bi xebeta li wir debara xwe dikin û gelek kes ji bo hînbûnê tên Ava Spî. Yavuz, da zanîn ku dawiya hefteyê gelek qelebalik dibe û herî zêde mêvanên wan ji Qoserê tên. Yavuz, anî ziman ku bi sedan kesên wekî wî xwendekar di mehên havînê de li Ava Spî dixebitin û ji dibistanê re pere kom dikin. Yavuz, bilêv kir ku di mehên havînê de li herêmê dengê kemençeyê tevlî dengê avê dibe.
'Beton zirareke mezin dide'
Yavuz, destnîşan kir ku di salên dawî de li Ava Spî kargehên betonarme tên avakirin û ev yek dibe sedema dîmenên nexweş û wiha axivî: "Divê di vê mijarê de hemû kes bi hestiyar bin. Çiyayên me tên şewitandin û bê daristan tên hiştin. Ava Spî oksîjena herêmê ye û mafê tu kesî nîne ku oksîjena herêmê jehrî bike."
DÎHA/MÊRDÎN