
Ava Spî, bi taybetî havînan tê serdankirin ji aliyê gelê herêmê ra ji ber ku ava vî çemî pir qêrisî ye û dora ve hemû şinayî ye. Çemê Nisêbînê an Cexcex, navê xwe ji gotina "Çemê Ciq Ciq" girtiye. Çemê Cexcex ji yekbûna ava spî ya ji Serê Avê derdikeve û ji Ava reş a li Kanîka Fila derdikevê pêk tê. Çemê Cexcex ji Nisêbînê ber bi başûr ve diherike. Nêzîkê Hesîçê bi çemê Xabûrê re dibe yek û diherikê çemê Firatê. Çemên Nisêbînê ku wekî çavkanî û warên seyran û turîzmê tên zanîn ji ber ku bê kontrol û venêrtin tesîs û fabrîqeyên beton, kîreç, xîz û keviran tên avakirin, derdor û xwezayê wêran dikin. Bi taybetî Ava Sipî ku bi xweşikahî û rengê xwe nav û dengê xwe li her derê belav kiriye, di bin talûkeyê de ye. Ava Sipî ku her sal bi 10 hezara welatî tên seyranê û ziyaret dikin, ji ber Wezareta Bajarvanî û Derdorê destûrê dide şîrket û tesisan, ekolojiya xwezayê wêran dibe. Li gel ku Ava Sipî û çemên derdorê di dereceya 1'emîn de herêma Arkeolojik a Sitê hatiye îlankirin jî dîsa bi destûra Wezaretê tesîs tên avakirin çavkaniya Ava Sipî zuha dibe. Tesîsên ku li herêmê hatine avakirin, dibe sedema hişkbûna dar û rezan û avhewaya xwezayê wêran dike.
'Warên kesk hişk dibin'
Bikarînerê Cafeya Bahoz a Ava Sipî Bahoz Yavuz, anî ziman ku ji ber tesîsên hatine avakirin 4 salin di nava pirsgirekên mezin dene. Yavuz, anî ziman ku zaten di salên 90'an de daristan û baxçeyên wan tev hatin şewitandin û niha jî çemê wan tên zuhakirin û xweza wêran dibe. Yavuz, da zanîn ku pişti Tesîsa Metal Beton hate avakirin û wiha got: "Metal Beton bi destûra Wezaretê hate avakirin. Dewlet li welatiyan xwedî dernakeve. Lê li şîrketên ku xwezayê wêran dike xwedî derdikeve. Partiya me, li her derê behsa ekolojiyê dike. Lê divê ji bo van tesisan jî lêkolin bike û raporê amade bike. Bikarînerê Cafeyê Ahmet Yavuz jî bertekên xwe li hemberî tesîsan anî ziman û wihagot: "Me li dijî van tesîsan serî li her derê da, lê heta niha me tu encam bi dest nexist. Me daxwazname da saziyên derdorparêz û saziyên derdorê yên dewletê, lê me tu encam bi dest nexist.
DÎHA/MÊRDÎN