Li Îdirê avahiya dîrokî ya bi salan wek xanî hatiye bikaranîn, niha hindik maye hilweşe. Hemû deriyên darîn ên avahiya li Taxa Sogutluyê, xirab bûne. Avahî bi taybetî di salên dawî de bûye wargeha kesên ku madeyên hişbir bi kar tînin û kesên ku li gencîneyan digerin.

 Her wiha di avahiyê de ji ber ku agir hatiye pêxistin, banê avahiyê ji gelek cihan ve şewitiye û hilweşiyaye. Avahî xwedî dîrokeke kevnar e ji ber xemsariya rayedaran ber bi hilweşînê ve diçe. Avahiya dîrokî di sala 1908’an de hatiye avakirin. Li ser dîwarên avahiyê fîgurên ku bi destan hatine xêzkirin ên dîrokî hene. Lê belê di salên dawîn de avahî bûye wargeha kesên ku madeyên hişberiyê bikartînin.

Heger ev avahiya dîrokî ne li Kurdistanê ba, wê bibûya mûze. Her wiha ji ber polîtîkayên AKP’ê yên wêrankirina xweza û dîroka Kurdistanê, qadên jiyanê yên Kurdan tên tinekirin. 


ÎDIR