Çavkaniyên ewlekariyê, ragihandin ku di êrîşê de Wezîrê Navxweyî Mihemed Îbrahîm Şaar, Şefê Ewlekariya Neteweyî Hîşam Îxtiyar û alîkarê serok Hesen Tirkmen, jî birîndar bûne. Televîzyona dewletê jî ragihand ku rewşa Wezîr Navxweyî baş e.
Dîsa çavkaniyeke ewlekariyê ragihand ku kesên ku êrîşa xwekujî pêk anî, kesek nêzî ewlekariya Beşar Esad bû. Û tê diyarkirin ku bombeyan di dema ku wezîr û rêveberên ewlekariyê di civînê de bûn teqandiye.

Du rêxistinan girte ser xwe
Rêxistina îslamî ya bi navê Lîwa el Îslam, di daxuyaniya li ser Facebookê belav kir de çalakiyê girt ser xwe. Artêşa Azad a Sûriyeyê ku ji aliyê welatên rojava, Tirkiye, Qetar û S. Erebîstan ve tê destekkirin ragihand ku wana çalakî li dar xistine. Berdevkek artêşa Azad got; “Volkana ku me qala wê dikir, ev bû, ev hîna destpêk e.”

Rûsya: Ne karê NY'ê ye 
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku welatê wan destûr nade ku NY, di Konseya Ewlekariyê de der barê Sûriyeyê de biryarekê bide. Lavrov piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re pêk anî bersiv da pirsên rojnamevanan û diyar kir ku biryarek wiha tê wateya ku NY piştgirî dide şoreşa Sûriyeyê û got; “Li Sûriyeyê pevçûnên dijwar hene.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Franseyê Berndard Valero jî ragihand ku têkoşîna Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad a li ser desthilatiyê “ji xwe ye” û got; “Divê Beşar Esad fêm bike ku tu tiştek nikare pêşî li bêrîkirina gelê Sûriyeyê ya ji bo demokrasiyê bigire.”
Heta niha rayedarên Tirk der barê mijarê de tu daxuayniyekê nedane. Di hezîranê de li peravên Sûriyeyê balefira Tirkan ji aliyê Sûriyeyê ve hatibû xistin. Piştî wê Serfermandarê Artêşa Tirk Necdet Ozel ku bi nasnavê Kîmyewî Necdet tê nasîn, gef li Sûriyeyê xwaribû.

Ji Sûriyeyê daxuyaniya tund
Piştî teqînê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û anî ziman ku ew ê berpirsên vê êrîşê bên cezakriin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku destên zirarê dide ewlehiya neteweyî dê bên jêkirin û wiha hat gotin: "Hêzên me yên çekdarî bi biryar e ku çeteyên tarî xilas bike û van dorhêlan her roj bişopîne. Yen ku difikirin bi hedefgirtina fermandaran dê pişta Sûriyeyê bişkêne di cîhana xiyalan de dijîn. Ev êrîş hêrsa têkoşîna bi terorê re zêdetir kiriye. Para hemû dewletên ku ji Sûriyeyê re guleyek rêkiriye jî di vê êrîşê de heye.

ANF/ŞAM