Piştî ku Konferansa Civîna Bilind a Cîhana Nû ya li bajarê Dêrikê bidawî bû, kesên beşdarî konferansê bubûn berê xwe dan cihê ku Avahiya Parlamentoya Gel a ku ji aliyê rêxistina Cîhana Nû hatiye amadekirin. Li wir ji bo vekirina wê merasîmek hat lidarxistin.

Navend ji aliyê Cîgira Serokê Desteya Karê Derve Emîna Osê ve hat vekirin. Osê malavahiya hemû kesên beşdar û Rêxistina Cîhana Nû ya Holandayê kir. Osê got: “Ev proje wê bibe projeya biratiya gelan, armanc jê ew e ku têkiliyên di navbera gelên herêmê de xurtir bibin û wekheviyeke bêyî dewlet were avakirin.”

Rêveberê Rêxistina Cîhana Nû Yûnis Stalvan jî axivî û got: “Em gelek kêfxweş in ku li bajarê Dêrikê em projeyeke wiha vedikin. Şoreşa Rojava şoreşeke nû ye, li Rojavayê Kurdistanê gavên mezin û nû hatine avêtin. Ev avakirin hê jî didome. Hêvî û baweriya min jî ew e ku ev parlemento dê bibe sembola biratiya gelan.”

Di dawiya pîrozbahiyê de Koma Koçerat stran û dîlanên xwe pêşkêş kir. 


 ANHA/DÊRIK