Xebatên ji bo hilbijartinên 24´ê Hezîranê yên li Tirkiyeyê di nava hilbijêrên li Ewrûpayê de jî seferberiyê dest pê kir. Aliyên destekê didin HDP´ê hem ji bo dengdêran bibin ser sindoqan û hem jî ji bo razîkirina ku deng bidin HDP´ê û Demirtaş bi civîn û çalakiyan xwe digihînin gel. Li gelek welatên Ewrûpayê xebatên ji bo hilbijartinên 24´ê Hezîranê dewam dikin û gelek alî jî desteka xwe ya ji bo HDP´ê eşkere dikin. Kordînasyon Hilbijartinan a Belçîka bi civîn û çalakiyan dest bi xebatên xwe kir û Elmanyayê xebatên hilbijartinê yên ji bo HDP’ê didomin. Li Berlînê HDP´ê daye pêşiya xwe ku dengên xwe du caran li berê zêdetir bike. Li Belçîkayê Koordînasyona Hilbijartinan a ku biryar dabû di 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bide HDP’ê, bi bernameyeke têr û tijî dest bi xebatan kir. Koordînasyonê roja Yekşemê li Liegeyê bi civatên Êzîdî û Elewiyan re civiya û li Verviers, Bruksel û Charleroiyê jî bi komeleyên Elewiyan re civiya. Di van civînan de hate diyarkirin ku li hemberî dîktatoriya AKP û MHP’ê, temînata gelan HDP ye. Bi Demirtaş re bipeyivin Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar di van civînan de axivî û diyar kir ku ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn karibin jiyaneke azad ava bikin divê desthilatdariya AKP’ê were hilweşandin. Koordînasyona Belçîkayê ji bo ku kesên 18 salên xwe temam kirine, karibin dengê xwe bidin, ew ê xebatên xwe xurttir bike. Di heman demê de ji bo muşahidên li Belçîkayê û ji bo avakirina heyetên çavdêr ên ji bo hilbijartinên li Tirkiyeyê xebat hatin destpêkirin. Koordînasyonê bang li rojnamegerên li Belçîkayê kir da ku bi Selahattîn Demîrtaş re roportajan bikin. Koordînasyon wê di demên pêş de bi gelên Ermen, Keldan, Asûr û Suryan re jî bicive û di 20’ê Gulanê de ew ê şahiyeke gel li dar bixe. Dermanê dîktatoriya AKP´êdengdayîna HDP´ê ye Li bajarê Elmanyayê Munsterê jî bi beşdariya Parlementera HDP’ê ya Wanê Tûgba Hezer ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê amadekarî hatin kirin. Hazer bang li her kesî kir ku li hemberî dîktatoriya AKP û MHP’ê dengê xwe bidin HDP’ê. Li paytexta Elmanya Berlînê jî xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinê dewam dikin. Li Berlînê panelek hate lidarxistin û Parlamenterê berê yê Wanê Kemal Aktaş weke qiseker beşdar bû. Aktîvîsta TJK-E Nûpel Munzur di destpêka panelê de axivî û îşaret bi girîngiya hilbijartinên 24’ê Hezîranê kir. Munzur destnîşan kir ku hilbijartinên 24’ê Hezîranê tercîhek di navbera demokrasî û faşîzmê de ye û got, di vê demê de berpirsyarî dikeve ser milê her kesî. Du caran li berê zêdetir deng Mûnzûr da xuyakirin ku li Berlînê 140 hezar dengdêr hene û wiha dewam kir: “Beriya niha di hilbijartinê de HDP’ê 13 hezar deng wergirtin. Armanca me ya niha ew e ku herî kêm 20 hezar dengî bi dest bixin. Yanî divê em bi du qatan zêdetir dengan wergirin. Ji bo vê jî divê em bi du qatan zêdetir bixebitin.” Piştre siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş peyivî û bal kişand ser wezîfeyên dikevin ser milê dengdêrên li derveyî welat. Wekî din li hemû navçeyên Berlînê komîsyonên hilbijartinê dest bi kar kirin. Li navçeya Weddîngê, komîsyonê civîna xwe ya destpêkê kir. Li navçeya Schoenbergê jî endamên komîsyonê serdana dikandaran kir. Elewî destekê didin HDP’ê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan ên li Ewrûpayê (AABK) li ser hilbijartinên 24’ê Hezîranê doh daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di serî de Elewî, hemû hindikahiyên li derveyî senteza Tirk-Îslamê dimînin, di nava xetereke mezin de ne” û îşaret bi berpirsyariya AKP’ê ya ji rijandina xwînê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn hate kirin: “Rê û rêbaza sekinandina rijandina xwînê û qutkirina desteka ji bo rêxistinên terorê yên mîna DAIŞ‘ê, dûrxistina AKP’ê ya ji desthilatdariyê ye. Em bang li canên xwe; li hêzên demokrasiyê, laîk û alîgirên welatîbûna wekhev dikin ku têkoşîneke hevpar bikin. Elewî wê cihê xwe di nava bloka ked û demokrasiyê de bigirin.” n NAVENDA NÛÇEYAN