Ji Fermandarên Eniya Şengalê yê HPG’ê Dilşêr Herekol, bo ji nûve avakirina Şengalê bang li civaka navneteweyî kir û got: “Nêzî salekê ye li vir her cure çekên teqemeniyê di encama şerekê de li vir hatiye bikaranîn. Ji bo wê jî divê ev bajar were avakirin. Ev erk dikeve ser milê herkesî. Herkesê dibêje ez mirovim û dîrokê diparêzim pêwîste xwedî li erka avakirina Şengalê derbikeve. Ji ber ku civaka Êzîdî jî rengek ji dewlemendiya çandî ye.”
Fermandarên HPG’ê yên Şengalê Dilşêr Herekol mijarên wekî rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê, rewşa bicihbûna hêzên HPG’ê ya li navenda Şengalê, hebûna DAIŞ’ê ya li herêmê, her wiha avantajên ku dema hêzên Kurd li dora fermandariyekê kom bibin û ji bo ji nûve avakirina Şengalê ji ajansa RojNews re nirxand.
Pozîsyona hemû hêzên wek HPG û YBŞ’ê di Şengalê de di warê leşkerî çawane û çawa parastina Şengalê dikin?
Navenda bajêr tenê dibe ku 10 km ji firehiya 70 km ya tevahiya çiyayên Şengalê be. Ev eraziya berfireh hemû em diparêzin ku heta digihêje sînorê Rojava heta Sininiyê û Holê heta Til Hemîs hemû hêzên me lê hene. Di navenda bajêr heta aliyê Solaq jî em hene. Bêguman hêzên pêşmerge jî hene li vir. Em qedera xelkê Êzîdî li hêviya kesekê nahêlin. Rastiyek hat jiyankirin. Êdî ne gelê Kurd û ne jî xelkê Şengalê tehemula ku jenosîdek din bibîne û jiyan bike nemaye. Me erka exlaqî û polîtîk da ser milê xwe û em hatin Şengalê biparêzin.
Em niha jî dîsa bang dikin ku bi PDK , YNK û hemû hêzên din re fermandariyek hevbeş em ava bikin. Daxwazek me bi vî rengî nîne ku em tenê li vir bimînin, çiqas hêzên hevbeş hebin ewqas emê xurtir bibin. Lihevkirin û tifaq ji serkeftinek leşkerî girîngtire.
Helwesta Hêzên Koalisyon û hikûmeta navendî ya Iraqê di vê der barê de çawaye?
Hêzên mijara gotinê bi fermî me muxateb nagirin. Belkî di warê leşkerî de em di kîjan pozîsyonê de ne, dipirsin lê bi giştî me muxateb nagirin. Lê ew jî baş dizanin ku kê li vir ber xwe da, şer kir û hêza êrîşê ye. Ger destek bidin başe lê ger destek jî nedin di plana me de rizgarkirina hemû axa Şengalê heye. Em nikarin bêjin ji ber hêzên Koalisyonê destek nadin û em jî axa Şengalê rizgar nekin. Erk û deyna li ser me ye ku gundên mayî jî em rizgar bikin. Her gundek Şengalê yên di destê çeteyan de mezin in û her yek wek bajarekî ne. Ji bo rizgarkirina wan bêguman pêwîstî bi plansazî û hêzek baş heye.
Rewşa Mûsilê çi ye?
Ji aliyê din ve li ser Mûsilê plana Mîsaqê Millî ya Tirkan heye. Mûsil ya rast bajarek Kurdane lê belê hinek hêz bi taybet PDK dixwazin bi Tirkan re lihev bikin û bi awayek li hevkirî li wir cih bigrin. Wek ku bajarek li ser Herêma Kurdistanê be lê Tirk tê de hakim bin. Jixwe ji niha ve bingehê vê amade kirine. Tirkan Hêzek bi navê Cebhet El Wetenî ku Sune ne ava kirine. Armanca hatina Tirkan ji bo Beşîqa jî jixwe li ser vê esasê ye.
Li Mûsilê meselê tenê DAIŞ nîne. Nakokiyê di navbera Şîa û Suneyan de heye. Di navbera Kurdan, Ereban û gelek pêkhateyên din de heye.Rêveberên Tevgera me jî daxuyanî dan ku ew ji bo operasyona rizgarkirina Mûsilê amade ne. Tevlîbûna me di operasyona Mûsilê de bandora wê hebe. Ji ber ku ezmûnek me ya şerê bi DAIŞ’ê re heye. Ezmûnek û berxwedaniyek me ya qasî 30 salan heye. Emê axa Mûsilê jî li hember dagirkeran biparêzin. Ji ber ku heta çeteyên DAIŞ’ê di Mûsilê de bin, xetere li ser Hewlêr, Dihok, Kerkûk, Şengal û Rebîayê heye. Em tenê hêzek parastina Şengalê nînin, em hêza parastina tevahiya Kurdistanê ne. Li kudera Kurdistanê xetere hebe em li hember wê bêdeng û bêhelwest namînin.
Çawa gelê me ev bû 2 mehe li Bakûrê Kurdistanê li hember her cure êrîşan li ber xwe didin, em jî ne tenê li Şengalê li her derî parastina gelê xwe dikin. Parastin erkekî me ye û emê bicih bînin.
Ji aliyekî ve PDK hêzên Tirk ji deriyê Sînor derbasî Başûr dike lê ji aliyê din ji hebûna PKK’ê bi taybet li Şengalê neraziye, sedema vê çiye?
Ev tekoşîna me bi salan berdewam dike. Nedixwestin rastiya tekoşîna me bibînin. Lê belê dema xetereya DAIŞ’ê li ser xwe jî dîtin. Dema xetereya DAIŞ’ê dîtin, tekoşîna me dîtin. Hatina me ya ji bo Şengalê rûyê PDK’ê yê xiyanet û firotina axa Kurdistanê bi taybet Şengalê derxiste holê. Vê yekê qebûl nakin, ji bo wê jî dixwazin hebûna me bêbandor nîşan bidin. Ji bo rola me nîşan nedin eşkereye ku di navbera PDK û Tirkan de lihevkirinek heye. Bixwe jî êdî pêwîstiya ku vê lihevkirinê veşêrin nabînin, vekirî dikin. Hatina hêzên Tirk ji bo Mûsilê bêguman ji bo Şengalê jî xetereya wê heye. Ji bo bandora me kêm bikin serî li her rêbazî didin. Wê derkeve holê û derketiye ka kî vî gelî diparêze. Em gelê xwe yê Êzîdî û tevahiya Başûrê Kurdistanê diparêzin, gel jî vê rastiyê dibîne. Gel dibîne ka kî diparêze, kî siyasetê dike û kî dek û dolaban dizivrîne. Emê destûrê nedin tu planên li dijî vê civakê. Kê wisa bike wê me li hember xwe bibîne.
Ji bo vegera li ser axa xwe hûn dikarin di warê parastin û ewlekariyê de çi temînatekî bidin xelkê Êzîdî, banga we çiye?
Yek ji armancên komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an belavkirina xelkê Êzîdî li seranserî cîhanê bû. Divê em vê baş bizanin û li hember hişyar bin. Rêber Apo bi caran bal kişandibû ser vê mijarê. Ji bo xelk Êzîdxana pîroz biparêze neçare vegere ser axa xwe. Cihê ku me girtiye û di destê me de ye, em dikarin temînata wê bidin gelê xwe, heta yek ji me jî hebe, emê axa wan bernedin. Civaka Êzîdî bi vê rastiyê jî bawere. Bêguman ev tenê têrê nake, ji ber ku bajar wêran bûye.
Nêzî salekê ye li vir her cure çekên teqemeniyê di encama şerekê de li vir hatiye bikaranîn. Ji bo wê jî divê ev bajar were avakirin. Bêguman divê mirov di serî de civaka xwe di mêjiyê xwe de ava bike.
Ji bo avakirina Şengalê çawa ku ji bo avakirina Kobanê agahdarkirina raya giştî çêbû û konferans ji bo wê hat lidarxistin, divê ji bo Şengalê jî ev yek çêbe. Di dema fermanê de xelkê Êzîdî her tiştê xwe hêla û çû, tiştekî wê ku bikare ava bike nemaye. Erka avakirinê dikeve ser milê me jî. Ji bo ku PDK bikare xwe bi vî miletî bide efûkirin divê erka xwe ya avakirinê bicih bîne. Ji ber ku li derve desteka ji bo Şengalê bi ser PDK’ê ve hat şandin lê ji sedî yekê wê jî nehatiye dayîn. Ev du sale xelkê ku li çiya jî dimînin hêj kevirek danenîne ser hev.
Banga me ji bo raya giştî ewe ku li hember avakirina Şengalê hişyar bin. Divê avakirina Şengalê bikeve rojeva navnetewî. Ev erk dikeve ser milê herkesî. Herkesê dibêje ez mirovim û dîrokê diparêzim pêwîste xwedî li erka avakirina Şengalê derbikeve. Ji ber ku civaka Êzîdî jî rengek ji dewlemendiya çandî ye. Herî zêde jî divê xelkê Êzîdî bixwe vê erkê pêk bînin. Ji ber ku derket holê ku tenê ew bixwe dikarin xwe biparêzin. Ev erkek olî, civakî û dîrokî ye ku Şengal ava bibe. Avakirin jî danîna çend keviran li ser hev nîne, divê em civakê û ruhê wê yê kolektîf ava bikin.
GELAWÊJ EWRÎN / ROJNEWS/ŞENGAL