Hevserokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen got, hevdîtinên di navbera şandeya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) û rêjîma Sûriyeyê de xizmeta giştî gelê Sûriyeyê dikin û aloziya Sûriyeyê ber bi bidawîbûnê ve dibin.
Bi armanca nirxandina rewşa dawîn a li Rojava û Sûriyeyê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêma Firatê rêzecivînan ji welatiyan re li dar dixin. Di vê çarçoveyê de li gundê Kirk ê girêdayî navçeya Sirrîn, civînek hate lidarxistin. Gelek rayedarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û bi dehan welatî beşdarî civînê bûn.
Projeya me jiyana hevbeş e
Di civînê de hevserokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen got: “Em ê li dijî hemû dagirkeran destên xwe bidin hev û têkoşîna xwe ber bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk û federal û nenavendî û azad ve bidomînin. Projeya me projeya biratiya gelan û jiyana hevbeş e.”
Xizmeta hemû welatiyên Sûriyeyê dikin
Li ser hevdîtinên di navbera şandeya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û rêjîma Sûriyeyê de Şêx Hesen wiha peyivî: “MSD nûnertiya me hemûyan dike û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê têdikoşe. Ev hevdîtinên li Şamê pêk hatine xizmeta hemû welatiyên Sûriyeyê dikin. Nemaze ji ber ku armanca wê peydakirina rêbazeke bidawîkirina şerê Sûriyeyê û parastina mafên hemû pêkhateyan e.”
Dagirkeriya Tirkiyeyê
Derbarê dagirkeriya Tirkiyeyê de jî Şêx Hesen wiha axivî: “Erdogan rojane li Efrînê û hin herêmên din ên Sûriyeyê komkujiyan bi rêya artêş û komên çete yên girêdayî wê pêk tîne. Lê di dawiyê de bêguman binketina siyaseta Tirkiyeyê ye ji ber ku em xwediyê hêzeke mezin in û em ê projeya xwe ya demokratîk dewam bikin.”
Şêx Hesen wekî din îşaret bi hevgirtina gelên Sûriyeyê li dijî dagirker û çeteyan kir û got: “Bi hevgirtinê em ê armancên şoreşa xwe pêk bînin. Em ê hemû komployên li dijî gel pûç bikin. Em xwedî îradeyeke xurt in. Bi hevgirtina me ti hêz nikarin me bişikînin.”
ANHA/KOBANÊ