Gava şev diqelibe, dibe sibeh, dunya ronî dibe û roj vedibe, wê çaxê nûjenî jî wek agireke biriqî pêdikeve... Ew roj, her çi dibe bila bibe, bi çi awayî dibe bila bibe, şaş an rast, lê bi her awayî jiyaneke nû çêdibe, ango jiyan ji nû ve ava dibe. Çûyîna şevê û vebûna rojê jî çerxeke rûtîn nîn e, dibe ku ji ber dubarebûna şêv û rojê, em hay jê girîngiya wê nebin, lê ev yek, tena bi serê xwe şoreşek e. Çi ku xwenûkirina jiyanê, di heman demê de “şoreşa xwezayê” ye. Bi vî hawî hucreyên jiyanê cardin vedibin, çavên xwe vedikin û dest bi xebatê dikin, bi vî hawî şoreş, roj bi roj tê lêdikeve sînga me, di hemêza me de bêhna xwe dide.
Di vî kar û xebata şoreşê de, bi mîlyonan hêz dikevin navberê û ji artêşa moriyan jî wêdetir li ser proseseke ecêp û têkel bi hev re kar dikin, tevdigerin û rola xwe dileyîzin. Di vir de çi kulîlk, çi av û kevir, çi ewr û çi baran, yek amûreke xwezayê jî ji amûreke din re stuyê xwe xwar nakin, ji kesekî destûr nayê standin û nayê xwestin jî... Karê vê şoreş a xwezayî, mîna senfoniyeke îlahî tê meşandin. Bi vî rengî, fenanî amadekarî û damezirandina cejnek, avakirina jiyanê jî her sibehê ji nû ve çêdibe. Ne hêsan e, ya ku destpêdike bergirtin û zayîna jiyanê ye, ji wê wêdetir jî, di nava vê kar û emelê de temam zindiyên xwezayê bi berpirsiyartiya xwe ve hene û dîsa ev kar û emel ji bo temam zindiyên xwezayê ye. Çarxa jiyanê bi vî rengî dizivire û dixebite, lê di vî “şoreşê rojane” de ger ji bo amûrek destûra amûreke din pêwîst biba, şoreşa hanê jî biketa xetereyê û berdewamiya jiyanê dê biba pirsgirêka herî giran.
Şoreşên xwezayî, di heman demê de paqijbûn bixwe ye jî... Çi ku avdan û çêkirina şoreşê, kareke paqijiyê ye. Çawa ku tarîtiya şevê bi tîrojên rojê ve tê şuştin, tarîtiya civakê jî bi avên zelal a civatê ve tê şuştin. Ji ber wê jî, bi rehetî em dikarin bêjin şoreşgerî, av bûn bixwe ye. Çavkaniya şoreşê çi baran be, çi ba û çi însan bixwe be, “şoreşger” avên paqijiyê ne. Di şoreşên civakî de jî şoreşger, di nav hucreyên civakê de livînên xwe yên jiyanî pêk tînin, tevdigerin, dizivirin, bi rijandina xwîn û xwîdana xwe ve hucreyên civakê dişon, yên kevn û bêkêr vediqetînin, pişt didin yên nû û nûjen, bi vî hawî jiyan hêdîkana çavên xwe vedike, hêz digire, pî, bask û çonga xwe dilivîne, di laşê xwe de bi temamî nîşane yên jiyanê derdixîne holê, bi şêweyekî aşkere nîşanî der dide...
Nêrînên ku me li jorê anî zimên, hemû li ser hev aşkere dike ku, şoreş, tevgereke alîgir a jiyanê ye. Di vê hêjahî ya şoreşê de “muxalîfbûna şevê” jî heye lê, ew tenê beşek ji beşên şoreşê ye, tenê taybetmendiyek a şoreşê ye, lê hêjahî ya şoreşê li ser muxalîfbûnê ve nehatiye damezirandin. Îro çewiltî û nakokiyên ku em bi mijara şoreşa Kurdistanê ve girêdayî niqaş dikin, ev noqte tiştekî gelek muhîm e.
Qasî ku ez di vî 40 saliya xwe de, ji tevger ên çepên Tirk jî ji Tevgera Şoreşa Kurdistan jî danehev kirime, ceribandime, xwendime û fêr bûme, nexweşî ya ku ji kevneşopiya çepên Tirk latimiye û hê jî dilatime ser şoreşê û şoreşê re dibe bendav, ev yek e. Kevneşopiya çepê Tirk rayî me kiriye ku, muxalîfbûna pergalê, bi muxalîfbûna desthilatdariyê ve tevlihev dikin. Muxalîfbûna desthilatdariyê jî tenê bi muxalîfbûna desthilatdar difikirin. Bi vî hawî, dawiya dawî, şoreş tê digihîje encamekî, di wî qadî de li beranberî “kesek”î re muxalefet dimeşînin, muxalefet dibe muxalefeta li dijî desthilatdarek, û ew jî şoreş bê teqat û bêîmkan dihêle. Derfetên şoreşê ku heta wê demê bi berdelên canê ciwanan hatiye avdan jî bi hêsanî ji dest diçe. Ger em bi cesaret şujina mezin ji laşê xwe binoqînin, em dikarin bêjin diroka şoreşgeriya çepên Tirk, dîroka vê çembera gilover a hişk e.
Di navbera “xeniqandina taritiyê” û “avakirina rojê” de cudahî heye. Ez ya xwe bêjim, gava armanca şoreş a we avakirin û parastina jiyanê be, jixwe di nav vê gihangehê de têkçûyîna tarîtiyê heye, lê gava armanca şoreşê tenê ji tarîtiyê ve şer be, avabûna rojê û bejnavêtina jiyanê ne mîsoger e.