Li Hewlêrê şevê din ji ber şiliya zêde, lehî rabû û avê da ser gelek dikan û malan.
Li Herêma Kurdistanê ev çend roj in li pey hev baran xweş dike. Şevê din li Hewlêrê ji ber şiliya zêde, lehî rabû û tesîreke neerênî kir. Li çend taxên bajêr ji ber lehiyê avê da ser çend mal û dikanan û ziyan gihand mal û milkê welatiyan.
Herwiha ji ber lehiyê gelek wesayît jî asê man. Herwiha çend pir jî rûxiyan.
ROJNEWS / HEWLÊR